3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhiqûqiya PDK’ê û azadiya çapemeniyê

 PDK wek prototîpeke AKP’ê ye, weke çêliyê wê, weke kopyaya wê ye. Dibe ku di hevîrê wan de jî hebe lê hevkariya wê ya bi salan a bi AKP’ê re PDK’ê wergerandiye hêzeke kirêt û bêqîmet. Ew kirine şaxê AKP’ê yê başûrê Kurdistanê.

Rojnameger Silêman Ehmed ji 25’ê cotmehê ve ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û tu agahî jê tuneye. Ev mehek zêdetir e ku her roj bang li PDK’ê tê kirin da ku der barê aqubeta wî de agahî bê dayîn lê mixabin PDK weke ker û kora tevdigere û xeber bi guhê xwe ve nabe. Ev nêzîkatiya PDK’ê di desthilatiya 20 salan de kiryarên PDK’ê yên der barê azadiya çapemeniyê, ya fikr û raman de tîne bîra mirov.

Em pir elimîne pêkutiyên li ser rojnamegeran yên li Tirkiyeyê. Ji ber ku ji dîroka kevin heta roja îro rejîmên desthilatdar ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bingeha xwe li ser zilm û zor û qedexeyên li ser fikr û raman û çapemeniyê avakiriye. Yanî êdî ne ji welatiyan re ne jî di qada navneteweyî de ev yek pir ecêb nayê dîtin.

Lê belê dema pêkutiyên li ser fikr û raman û rojnamegeran ji hêla kurdan ve bê kirin mirovên ku nizanibin hinek matmayî dimînin. Ji ber ku kurd, di dîrokê de hema bêjin qet nebûne serdesteke esasî û despotî ji destên wan nehatiye dîtin. Û her wiha ji ber ku gelek hatine perçiqandin, mirov hêviyên nêzikatiyek demokratîk û pêşverû ji wan dike.

PDK û kiryarên faşîzan

Lê mixabin dema mirov li desthilatdariya başûrê Kurdistanê dinêre ev yek bi tu awayî xuya nake. Bi taybetî desthilatiya PDK’ê ku wek rejimeke faşîzan tevdigere, di hêla azadiya fikr û raman de di xebata çapemenî û rojnamegerî de ji welatên sêyemîn ê cîhanê paşverûtir xûya dike. Mirov dikare bibêje di vî warî de rejîma faşîst a Tirkiyeyê av li destê wan nake.

Helbet ev gotinên me ne buxtan an jî ne îdiayên ji rêzê ne, bingeha wê heye. Hem gelek mînakên sereke ku rêveberiya PDK’ê  di qada navneteweyî de tengav kiriye hene, hem jî çavdêriyên me bi xwe hene. Belkî demek dirêj di ser de derbas bûbe jî lê baş tê bîra min ku rêveberiya başûrê Kurdistanê çiqas zor û zahmetî bi me dane kişandin.

Nûnertiya me girtin

Heta sala 2003’yan her çiqas bi awayeke defakto kurd desthilat bin jî, bi awayeke esasî rêveberiyek nehatibû sazkirin. Salên 2005-2006’an ez li Herêma Kurdistana Federal bûm. Sala ku em çûn wir, hêj nû hin tişt dihatin avakirin, pergalek rûdinişt. Wê demê me hêvî dikir ajansa ku em lê dixebitin (DÎHA) li herêma Kurdistanê bibe xwedî nûnertiyekê. Yanî di bin rejîma dagirker a tirk de em xebitîne û hema bêjin li her bajarî buroyên me hene, ma em ê li parçeyekê welatê xwe nikaribin ofîsekê vekin?

Helbet ev yek dûrî aqila xuya dibe ne wisa? Lê mixabin na, bi rastî jî me nikaribû em li wir nûnertiyekê bidin avakirin. Bi qasî pênc mehan em lê xebitîn, di nava vê pênc mehan de her roj em ji Kerkukê diçûn Hewlêrê, da ku em ofîsa xwe vekin lê mixabin destûr nedihat dayîn. Herî dawî êdî bi xeyd û gazinc û zordayinê bi awayekî me buroyê vekir. Lê mixabin di nava 10 salan de xebatkarên me rastî gelek astengiyan hatin. Di dawiyê de buro, di sala 2014’an de bi awayeke hovane hat girtin û hat mohrkirin. Helbet di nava salekî ku ez li herêma Başûr mam de me gelek zext û zor û astengiyên cuda dîtin lê niha ez naxwazim dirêj bikim û nivîsê bi wan tije bikim, em hinekî behsa hin bûyerên esasî yên li ser çapemenî û rojnamegeran bikin.

Wek tê zanîn edîtorê Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed mehek zêdetire ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin. Ev bûyer kiryarên PDK’ê yên der barê çapemeniyê û zextên li ser rojnamegeran anî bîra me. Ji ber ku di desthilatiya PDK’ê ya 20 salan de kiryarên bi vî rengî pir hatine jiyîn. Ji astengkirina saziyên çapemeniyê bigirin, heta kuştin û zindanîkirina rojnamegeran PDK û rêveberiya herêmê xwedî qirêjiyeke pir mezin in.

Rojnamegerên hatin kuştin

Li gorî tê zanîn di sala 2008’an de yekem şehîdê çapemeniyê Soranê Mame Heme ye ku heta niha kujerên wî nehatine girtin. (Ev agahî me ji rojnameger Keser Buldan ku ji rojnameya me Xwebûnê re axifî bû girt)

Her wiha rojnameger Serdeşt Osman jî di 4’ê gulana 2010’an de li Hewlêrê hatibû revandin û piştî du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hatibû dîtin. Osman ku gule berdabûn serê wî û înfaz kiribûn, dema hat kuştin 22 salî bû.

Di 13’ê tebaxa 2016’an de peyamnêrê Rojnewsê Wedat Hisên ji hêla hêzên girêdayî PDK’ê ve hat şehîdkirin. Heft sal di ser de derbas bû, kujerên Wedat ne hatin cezakirin. Dev ji wê yekê berdin, PDK îsal jî nehişt ku malbat û rêhevalên Wedat herin ser gora wî û şehîd bi bîr bînin. Ev kiryar ji we re xerîb nayên ne wisa?

Nûjiyan, Denîz û Nagihan

Em darbasî bûyerek din bibin ku wek êşek giran ket nava dilê tevahiya kurdan û çapemeniya azad. Di sala 2017’an de piştî ku serokê PDK’ê yê wê demê Mesut Barzanî di 26’ê sibata 2017’an de serdana Tirkiyeyê pêk anî, di 3’ê adarê de ji aliyê peşmergeyên PDK’ê ve li dijî bajaroka Xanesorê êrîş pêk hat. Di vê êrîşê de 5 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Nûjiyan Erhan di vê êrîşê de birîndar bibû. Piştî 20 rojan jiyana xwe ji dest da û tev li refên şehîdên çapemeniyê bû. Rojnameger Denîz Firatê ku di sala 2014’an de şehid ket, her çiqas bi destê DAIŞ’ê jî hatibe şehîdkirin, berpirsiyariya PDK’ê ku welat ne parastin xwedî rolek girîng bû. Divê mirov piştguh neke.

Herî dawî di 4’ê cotmeha 2022’yan de rojnameger û lêkolîner Nagihan Akarsel bi hevkariya PDK’ê ji hêla dewleta tirk ve hat şehîdkirin.

Salên 90’î yên li bakurê Kurdistanê bi bîra xwe bînin, ji we re gelek nas tên ev bûyer ne wisa? Kiryarên JÎTEM û kontrayan hat bîra we?

Şêrwan Şêrwanî hê jî girtiye

Piştî van bûyerên bi êş, em hinek berê xwe bidin kiryarên PDK ên der barê astengkirina rojnameger û saziyên çapemeniyê de. Piştî sala 2017’an xebata rojnameger li Başûr her ku diçû zahmetir dibû. Bi taybet sazî û dezgeyên ne nêzî PDK’ê rastî gelek astengiyan dihatin. Weke mînak Ajansa Rojnewsê nikaribû bi hêsanî nûçegihanên xwe bişînin herêmên di destê PDK’ê de. DÎHA’yê ku dewleta faşist a tirk nikaribû asteng bike, piştî hat girtin û mohrkirin careke din nikaribû buroya xwe li wir veke. Hin rojname û kovarên herêmî, kanalên televîzyonan yên derveyê PDK’ê nikaribûn bi hêsanî xebatên xwe bi rê ve bibin.

Di sala 2020-2021’an de dema çalakiyên gel yên li dijî gendelî û qeyrana aborî rû dan, di protestoyan de gelek rojnameger jî hatin îşkencekirin, girtin û sirgunkirin. Rojnameger Şêrwan Şêrwanî bi tev li du hevalên xwe ve hat girtin û 6 sal ceza li wan hat birîn. Şêrwan bi sûcê ku ji dêvla hevalekî xwe de îmzeyekê avêtiye dihat tawanbar kirin, berî çend mehan cezayê wî 4 salên din hat dirêjkirin. Lê belê sûcê wî yê esasî rojnamegerî bû, rexneyên li dijî desthilata PDK’ê bû. Ji we re xerîb nayê ne wisa? Ev binpêkirinên mafên rojnamegeran.

Em hinekî din pê de herin. Li gorî rapora Yekîtiya Sendikaya Rojnamegerên Kurdistanê, di sala 2020’î de li hemberî 365 rojnameger û 47 saziyên medyayê 138 car binpêkirinên mafan pêk hatiye.

Li gorî rapora Komeleya Parastina Mafên Rojnamegeran – METRO Center, di sala 2022’yan de li Kurdistana Federal li hemberî rojnamegeran 431 binpêkirinên mafan, li hemberî 301 rojnamegeran pêk hatiye. Rojnameger di dema şopandina nûçeyan de 195 car hatine astengkirin, amûrên 68 rojnamegeran hatine desteserkirin. Ji bilî wê 46 bûyerên êrîş û gefan, 4 bûyerên girtina bi biryara dadgehê, 26 bûyerên lêdan û birîndarkirinê, bûyerek ya girtina qenal, 2 bûyerên êrîşên bi mûşekan, 3 bûyerên serdegirtina malên rojnamegeran û 6 bûyerên êrîşên elektronîk pêk hatine. Her wiha hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê ji bo karê rojnamegeriyê ne cihek guncav e. Raporên der barê binpêkirinên mafên rojnamegeran ji we re xerîb nayên ne wisa?

PDK kopyaya AKP’ê ye!

Dibe ku gelek tiştên em pê haydar nebûbin an me ji bîr kiribin hebin, lê ev bûyerên me jimartin jî bawerim der barê nêzikatiya PDK û rêveberiya Başûr de fikrekî dide avakirin. Ez bawerim rasterast desthilata AKP-MHP’ê hat berçavê we! Ji ber ku PDK (di gotin de kêmasî nebe) weke prototîpeke AKP’ê ye, weke çêliyê wê, weke kopyaya wê ye. Dibe ku di hevîrê wan de jî hebe lê hevkariya wê ya bi salan a bi AKP’ê re PDK’ê wergerandiye hêzeke kirêt û bêqîmet e. Ew kirine şaxê AKP’ê yê başûrê Kurdistanê.

Silêman Ehmed berdin

Niha tevahiya kurd û dostên wan, rojnamegerên azad û ragihandina navneteweyî, dixwazin ku agahî ji Silêman Ehmed bigirin û demildest bê berdan. Her wiha weke saziyên mafên mirovan û saziyên rojnamegeriyê yên navneteweyî tê xwestin ku PDK êdî dev ji van kiryarên xwe yên dij demokratîk berde û bela xwe ji rojnamegerên azad veke. Ya rast divê bela xwa ji tevahiya kurdan veke! Em careke din bînin ziman; em daxwaza hevalê xwe yê rojnameger Silêman Ehmed dikin, em dixwazin aqubeta wî hîn bibin û rojek berî rojekî bê berdan.