21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di Doza Kobanê de dadgeh li gorî ‘Bersûc ji gumanê sûd digire’ tevdigere

Parêzer Berdan Acun di Doza kobanê de axivî û diyar kir ku dadgeh li gorî rêgeza “Bersûc ji gumanê sûd digire” tevnagere û ev tişt anî ziman: “Şêweyeke darizandinê ya ku ji gumanê îdia xurt dibe didome.”

Danişîna 43’yan a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Di danişîna ewil a danişînê de ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de tê lidarxistin, siyasetmedara girtî Meryem Adibellî amade bû. Girtiyên din hincet nîşan dan û tev li danişînê nebûn.

Parêzerê Adibellî, Berdan Acun bal kişand ser bêhiqûqtiyên di dozê de. Acun, anî ziman ku bi ser çalakiyên Kobanê ku weke hinceta dozê tên nîşandan re 6 sal derbas bûne û doz piştre hatiye vekirin. Acun, bi bîr xist ku doz li ser twîteke HDP’ê hatiye vekirin û wiha got: “Ev îdianameya li ser twîtekê hatiye amadekirin; xwedî tu bingeheke hiqûqî nîne. Twîta behsa xeberê, li dijî komkujiyên DAIŞ’ê, weke bertekeke demokratîk e. Tu tundî di vê twîtê de nîne.”

‘Bersûc nikare ji gumanê sûc bigire’

Bi domdarî Acun got ku armanca ji vê dozê tesfiyeya siyasî ye û wiha pê de çû: “Di darizandinê de mafên darizandina adilane, parastin, wekheviya çekan û dadger tên binpêkirin. Tevahiya daxwazên siyasetmedaran ên ji bo delîlan tên redkirin. Doz, bi rêya şahidên nepen ên di pêvajoya teqîbatê de hatin dîtin tê birêvebirin. Tu delîlên şênber û maddî tune ne. Rêgeza ku bersûc ji gumanê sûd digire, rêgezeke gerdûnî ye. Lê di pêvajoya vê darizandinê de di şêwaza ji gumanê îdia bihêz dibe israr dikin.”

‘Îfadeya şahidê nepen li dijî hiqûqê ye’

Acun, da zanîn ku di mijara guhdarîkirina şahidên nepen de helwestekî keyfî heye û wiha got: “Tiştên parastin dixwaze bipirse ji şahid re nayên ragihandin. Mercên şahidiya nepen nehatin nirxandin û şahid ne anîne dadgehê. Ev jî mezintirîn pirsgirêka hiqûqî ya dosyayê ye. Di rûniştineke derve li şahidê nepen hatiye gundarîkirin ku ev yek li dijî xala PMME’yê ya têkildar e. Îfadeyên bi vî rengî yên şahidên nepen li dijî hiqûqê ne. Li gorî me ji vê dosyayê delîl tên derxistin û esas nayên girtin. Îfadeyên şahidên nepen bi tena serê xwe nikarin bibin hinceta girtinê. Di vê mijarê de biryarên Dadgeha Bilind hene.”

Piştî parastina Acun, dadgehê navber da danişînê.