2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bedlisê gelek kes hatin binçavkirin

Li gundên girêdayî Xîzan û Tetwanê bi ser gelek gundan de hat girtin û gelek welatî hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de îro li gundên navçeyên Xîzan û Tetwanê leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku di serdegirtinên gundê Gulpik ê Xizanê de 15 kes, li gundê Peyandes ê Tetwanê jî ji heman malbatê 4 kes hatine binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.

Hat diyarkirin ku ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayîn û serdegirtinên malan hêj didomin.