4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêya serkeftinê vebû

Meşa Gemlikê di têkoşîna azadiyê de dê hewayeke nû bîne. Yek, derûniya ku êdî kes hew dikare tiştekî bike parçe kir. Ya duyemîn dawî li niqayên liser muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd anî. Ya sêyemîn meşe rê lipêşiya serkeftinê vekir.

Meşa Gemlikê ya di 18-19’ê mijdarê de hate lidarxistin dê bi xwe re di têkoşîna azadiyê de hewayeke nû bîne. Bêguman wê ji gelek aliyan ve bandorê li encamên wê bikin. Bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan tê meşandin. Bi vê tecrîdê tê armanckirin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd were vemirandin û di cihê wê de hin derdorên ku eleqeya wan bi têkoşîna azadbûna gelê kurd re tune û polîtîkayên nû bixe meriyetê. Ev çend sal e, dewleta tirk a bi hemû hêza xwe êrîşî tevgera azadiyê ya kurd dike. Li gorî xwe hinek encam jî bi dest xistin. Lê meşa dawî ya Gemlikê nîşan da ku ev polîtîkayên zor û tunekirinê negihiştine armanca xwe û dê tu carî pêşiya têkoşîna azadiyê nikaribin bigirin.

Daxuyaniyên siyasetmedar û biryardariya meşvanan di her kêliyê de xuya dikir. Li gelek bajaran berî meş dest pê bike li hemberî meşvanan astengî hatin derxistin. Lê meşvanan ev astengî bi meş û dirûşmên di kolanan de berz kirin, ji holê rakirin. Li gelek cihan ciwanan di nav kolanan de meş li dar xistin. Nûnerên gel jî bertekên tund nîşanî hêzên ewlehiyê dan û sekn û helwesta xwe ya ji bo meşê raxistin ber çavan. Bi vê helwesta xurt gel gihîşte Gemlikê. Gel û pêşengên wan, ji wan derdorên ku digotin, ‘tu qewet û hêza wan nema ye’ re gotin, ‘Va em li vir in û em li ser xwe ne.’

Ev meş ji gelek aliyan de pêwîste baş were nirxandin:

1 – Meşê derûniya ku êdî kes hew dikare tiştekî bike parçe kir. Ez bawer im gelek derdoran bawer nedikirin ku kes bigihêje Gemlikê. Di nav van derdoran de rêveberên partiyên siyasî bixwe jî hebûn. Beriya niha gelek caran plansaziya meşê hatibû kirin lê wekî dihat xwestin bi encam nedibû. Lewma li hemberî serkeftina meşê bêbawerî hebû. Tenê ne ji bo vê meşê, ji bo gelek çalakiyan di nav civakê de bêbawerî hebû. Lê vê çalakiyê ew hewa belav kir.  Gel û rêveber kom bi kom ligel hemû astengiyan gihîştin Gemlikê û xwestekên xwe li cihê herî nêzî Îmraliyê anîn ziman.

2 – Vê meşê dawî li nîqaşên li ser muhatabê çareserkirina pirsgirêka kurd anî. Heya niha hem rayedarên dewletê wekî polîtîkayeke taybet nakokî dixistin navbera siyaseta demokratîk hem jî derdorên mixalîf ên tevgera azadiya kurd hewl didan muxatabê vê pirsgirêkê li gorî xwe dizayn bikin. Lê vê meşê vekirî û zelal anî ziman ku di çareserkirina pirsgirika kurd de muzakerevanê sereke birêz Abdullah Ocalan e. Bêguman her keyaset, partî, sazî û dezgeh li gorî mîsyona xwedi muhatab e. Lê ji bo çareseriyeke giştî û mayînde pêwîst e di serî de muhatabek hebe, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Gel û pêşengên wî ev peywir û rola birêz Abdullah Ocalan careke din erê kir.

3 – Demek dirêj e dewlet dixwaze tevgereke kurd a di bin kontrola xwe de pêş bixe. Ev polîtîka ji damezirandina komarê heya îro didome. Dewleta tirk bi vê polîtîkayê bi dehan tevger û rêxistinên kurd tesfiye kirin. Di hilbijartina dawî de wezîrê karê hindir vekirî anî ziman ku ew Huda-Parê ji bo rojên pêş amade dikin. Di gelek aliyan de pêşiya Huda-Parê vekir. Li bajarên wekî Amed û Êlihê mitîngên mezin li dar xistin. Wisa dane nîşadan ku bandora tevgera azadiyê ya kurd nema ye. Her wiha ji ber ketina rêjeya dengên HDP’ê anîne ziman ku gelê kurd êdî polîtîkaya tevgera azadiyê napejirîne. Lê meşa Gemlikê diyar kir ku gel li pişt tevger û rêberê xwe ye. Her wiha di anketên tên kirin de jî diyar dibe HEDEP’ê bi qasî rêjeyeke derdora ji sedî deh dengên xwe li Kurdistanê zêde kiriye.

4 – Meşa ber bi Gemlikê ve riya serkeftinê vekir. Nîşan da ku serkeftineke mezin gengaz e. Ev peyam ji gelek aliyan re ye. Her çiqasî peyama herî mezin ji bo dewletê be, peyamên din jî ji derdorên ku hevkariya dewleta tirk dikin re ye. Van derdoran dihesibandin ku tevgera azadiyê ya kurd lewaz bûye, lewma bi hevkariya dewletê dikarin hinek berjewendiyên şexsî û hizbî bi dest bixin. Lê ev meş di heman demê de ji bo wan derdoran jî hişyariyek bû. Meşvanên Gemlikê bi helwesta xwe bang li van derdoran kir ku li hemberî gelê kurd nekevin nav lîstik û xeletiyan. Meşvanan di heman demê de riya serkeftinê diyar kirin. Xeta ku diçe serkeftinê zelal kirin.

5 – Pêşengên meşê anîn ziman ku têkoşîn dê bidome. Meşê coş û moral da gel. Ev meş dê bandora xwe li çalakî û xwepêşandanên di demên pêş de werin lidarxistin jî bike. Lê herî zêde dê bandora xwe di hilbijartinên herêmî de nîşan bide. Demek dirêj bû sazî û dezgehên siyaseta demokratîk di nav aloziyekê de bûn. Ji ber polîtîkayên şerê taybet hinek jî baweriya wan a bixwe şikestibû, lê piştî hilbijatina giştî li ser esasê rexnekirin-rexnedayîn pêvajoyek hate meşandin. Vê meşê da xuyakirin ku ev pêvajo bi erênî hatiye meşandin. Di heman demê de bû nîşaneya helwesta di hilbijatinên herêmî de.

Di heman rojê de li paytexta Almanya Berînê jî ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin kurdan û dostên wan meşeke girseyî li dar xistin. Nêzî sed hezar kesan di kolanên Berlînê de bangewazî kir ku PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin. Bi rastî meşa Berlînê jî gelek xurt bû. Di demên dawî de kurdên li Ewropa çalakiyên xwe xurt dikin. Ev meş jî gelek biheybet bû. Wisa xuya dike ku hem li welat hem jî li derveyî welat pêngava nû ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hate destpêkirin dê biçe serkeftinê. Vê pêngavê riya serkeftinê vekir.