27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Belgefîlmeke nû: Rojava, kurd, dewleta tirk û DAIŞ

Belgefîlma "Rojava, kurd, dewleta tirk û DAIŞ" a li ser hevkariya dewleta tirk a bi çeteyên DAIŞ'ê re û gefa DAIŞ'ê ya ku didome, wê di televîzyona WDR a Elmanyayê were weşandin.

Derhêner Kawa Akrawî û rojnameger Gulan Akrawî ji bo şopandina rewşa herêmê çûn Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gulan Akrawiyê diyar kir ku kişandina belgefîlmê di Îlona 2021ê de dest pê kiriye.

Derhêner Kawa Akrawî berê kamerayên xwe daye ser hevkarî û gefên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê. Di belgefîlmê de derhêner balê dikişîne ser berxwedana jinên kurd û ya QSD’ê.

Gulan Akrawî diyar kir ku di belgefîlmê de ew li ser gef, êrîşên dewleta tirk ên ku bi droneyan rasterast sivîlan dike hedef jî sekinîne.

Di belgefîlmê de bal tê kişandin ku îro zêdetirî 4 mîlyon mirov li Rojava dijîn û jiyana gelên li vir  rasterast di bin gefa dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê de ye.

Di belgefîlmê de, ku her wiha bal tê kişandin ser xetereyên girtîgeh û kampên ku endamên DAIŞ’ê tê de ne. Di belgefîlmê de tê diyarkirin ku 12 hezar çeteyên DAÎŞ’ê girtî ne û 50 hezar kesên ku xizm û malbatên çeteyan in, di kampan de tên ragirtin.

Belgefîlm li bersiva van pirsan digere: Rojava çawa dikare xwe li hember dewletên cîran û ji nû ve derketina DAIŞ’ê biparêze? Ji bo sekinandina çeteyên îslamî û rehabîlîtasyona zarokan çi çareserî hewce dike?

Belgefîlm wê 12ê nîsanê saet di 22:15an de li ser “Die Story” ya di kanala WDR’ê de were weşandin.