3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du dîmen û bîra civakî

Ji ber ku teknîk zêde tê bikaranîn; bûyer û geşedanên di vê serdemê de pêk tên, rojevê zû diguherînin. Mirov nikarin bi awayekî berfireh li ser van bûyer û geşedanan serê xwe biêşînin. Lewra di heman lezûbezê de jî ev bûyer û geşedan tên jibîrkirin. Teknîk di pêşiya avakirina bîra civakê de astengiyeke mezin e, ji ber ku teknîk nahêle civak van bûyer û geşedanan li hişê xwe tomar bike, bîra civakê jî ava nabe. Helbet ev bûyer û geşedan li nav teknîkê û bi amûrên teknîkî tên tomarkirin lê ev di pêşiya hişê/bîra kolektîf de asteng in. Nefikirîna mirovahiyê ya li ser bûyer û geşedanan, zêdebûna bûyer û geşedanên bi heman awayî, pêşketina jiyana takekesî ya pergala kapîtalîst hevalbendên teknîkê ne ku di pêşiya avakirina bîra civakî de astengiyan ava dikin. Li ser meseleyê erdheja beriya du mehan cihê xwe hişt ji hilbijartina piştî du mehan re. Nexweşiya koronayê cihê xwe hişt ji şerê navbera Ûkrayna-Rûsyayê re. Meriv dikare mînakên bi vî awayî zêde bike lê ev mînak bîra civakî ava nakin. Dema behsa erdhejê tê kirin tenê tirs tê bîra mirovên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Nexweşiya koronayê ji tirsê wêdetir tiştekî nayne bîra civakê ango di vê serdema teknîkê de cihê bîra civakî tirsa civakî wergirtiye.

Dema ku bîra civakî nebe, wê demê mirovahî ji hêla exlaq, rûmet, heysiyetê ve lawaz dibe. Şûna van rewşan, rewşên takekesî bi cih dibin. Diyalektîka mirovên qenc û xirab, ji hêla xirabiyê ve serdest dibe. Pergala ku bêyî exlaq, rûmet û heysiyetê bê afirandin, mirovên wê jî ji van bêpar dimînin. Helbet di nav her pergalê de mirovên xwedî exlaq, rûmet û heysiyetê hene û ev li hemberî pergalê li ber xwe didin. Lê ya girîng rewşa pergalan a siyasî ye. Demokrasî, dîktatorî, mêtîngerî, serdestî, bindestî, faşîzm hemû bandorê vê rewşa mirovahiyê dikin. Pergala demokrasiyê di çarçoveya mafên mirovan, wekhevî, heysiyet û rûmeta mirovan de civakeke li gorî xwe ava dike. Diktatorî dixwaze civakeke tirsonek ava bike û li gorî vê nêzîkî civaka xwe dibe. Mêtîngerî di çarçovaye tunekirin, qirkirin, tundî, kuştin û pişaftinê de nêzîkê civakên di bin kontrol xwe de dibe. Çawa ku her pergal mirovên xwe diafîrîne, her faşîzm jî mirovên xwe diafirîne. Mirovên dikevin bin kontrola faşîzmê, ji mirovahiyê dûr dikevin. Ango rûmet û heysiyeta xwe winda dikin ku kesayetiyên li gorî faşîzmê pêş dikevin. Qadên herî bikêr ji bo faşîzmê dîktatorî, welatên mêtîngeh, civakên serdest in.

“Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe” ev yêk ji gotinên herî berbelav e ku li hemberî faşîzmê hatiye gotin. Li hemberî îşkenceyê û tundiyê berxwedan çiqas mezin jî dibe kesayetiya ketî nahêle ku faşîzm têk biçe. Di neteweyên ji aliyên serdestan ve hatin dorpêçkirin de her tim alîgir û kesayetiyên rizî derdikevin û li gel faşîzmê cihê xwe digirin. Ev kes di pêşiya şoreşa civakê de astengiyên herî mezin in. Çav û lingên faşîzmê yên di nav civaka berxwedêr de ne ku carinan sixûrtiyê carinan jî fîîlî pêşiya civaka xwe astengiyan ava dikin ango pêşiyê li civaka xwe digirin. Bê guman meriv nikare civakan pir hişk kategorîze bike û jixwe armanca vê nivîsê jî ne ev e. Lê balkişandina li ser kesayetên bi vî awayî muhîm e. Di vê çarçoveyê de rewşa me kurdan mînakeke balkêş e. Du dîmenên di van rojên borî de bû sedem ku ev nivîs bê nivîsandin. Li Kurdistanê ji hêlekê ve berxwedaneke bêhempa li hemberî rejîmên dîktator û faşîst heye, ji hêla din ve jî kesayetiyên xwefiroş, ketî, rizî hene ku li kêleka rejîmên faşîst û dîktator bi cih bûne.

Dîmena yekem a Selîm Adiyaman bû ku di nav 5-6 kesan de ji wan dixwest ku li wî guhdarî bikin. Ev gotin ji devê wî derdiketin: “Na, ez ne diz im, ka bihêle, ka bihêle em biaxivin, bila ev ciwan ji wir biçin, ez ê bêjim ka ez kî me, ew dayika min çêkiriye.” Van gotinan dilê hemû kesên xwedî wijdan şewitand. Ka bifikirin! Mirovek bi tena serê xwe du mehan li ser çiyan û di serma zivistanê de dimîne lê dema tê nav gund, ji hêla kesên bêwijdan ve îşkence û heqeret lê tê kirin. Gelo ev bêwijdaniyek, nezaniyek, xwelîseriyeke çawa ye? Çawa kurdek dikare kurdekî din teslîmê dijminê xwe bike? Ev bêrûmetî, bêheysiyetî ji ku tê? Helbet ev bi meseleya serdestî û bindestiyê ve girêdayî ye ku bi hezaran analîz li ser vê mijarê hatine kirin. Lê wê ti analîz û teorî nikaribin, vê heyraniya dijmin vebêjin.

Di dîmena duyem de jî kurdek! (xwe wek hîzbullahçî bi nav dike) hebû û behsa piştgirî û berdewamiya pergala faşîst dikir. Ji bo berdewamiya rejîma dîktator Erdogan amade ye ku serê mirovan jê bike û amade ye ku biçe cihadê. Hemû gel û baweriyên din wekî kafir bi nav dike. Bindestek dikare ji bo serdestê xwe serê mirovan jê bike û xwe di nav mirovan de biteqîne. Bindest ji bo bindestiya wî bidome li kêleke serdestê xwe disekine.

Helbet tiştên ev her du dîmen derxistin holê tenê ne bindestî ye, bêrêziya van mirovan a li hemberî xwe, zarok, malbat û civaka xwe ye. Ev mirovên bi vî awayî di jiyana xwe de hemû nirxên civakî yên wekî rêz, heysîyet, wijdan, exlaq, rûmet didanin hêlekê da ku dijminê wan destên xwe di ser serê wan ve bîne. Ev kes li gorî dijminê xwe dijîn, dijmin ji wan çi bixwaze ji bo pêk bînin her tiştî dikin.

Hemû teoriyên civaknasî û fîlozofiyê di van her du dîmenan de serobino bûn lewra meriv dikare bibêje ku ji bo bindestên vê serdemê taybetî jî ji bo bindestên kurd teorî û analîzên nû pêwîst in. Bi rêbaz û teoriyên kevin em ê nikaribin faşîzmê, dîktatoriyê, mêtîngeriyê, bindestiyê têk bibin. Ji bo têkbirina van bîra civakî, qebûlnekirina bûyerên bi van awayan, îzolekirin û redkirina civakî ya keseyatiyên bi van awayan pêwîst e ango divê tirsa civakê li ser van kesayetiyan çêbibe. Heta ku civak li hemberî kesayetiyên bi vî awayî helwesteke hişk nedane, wê bûyerên bi vî awayî dilê me biêşînin. Bi helwesteke civakî em ê karibin faşîzmê, dîktatoriyê, mêtîngeriyê têk bibin. Têkbirina van di heman demê de têkbirina kesayetiyên rizî û ketî ye.