2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdan Ozturk: Dê gelê me di 28’ê gulanê de çi pêwîst be bike

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Wanê di hevdîtina bigelre de axivî û têkildarî hilbijartina 28’ê gulanê wiha got: “Dê gelê kurd di hilbijartinê de tişta pêwîst bike. Gelê me di daxwazên xwe de ji dil e, di sekna xwe de micid e û em ê encamên van tevan jî bibînin.”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenter Berdan Ozturk û parlamenterên Partiya Çepên Kesk li Wanê bi rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê, alimên olê û karmendan re civiyan. Hevdîtin li eywaneke dawetan hate lidarxistin û gelek kes tev lê bûn.

‘Em ê faşîzmê têk bibin’

Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Gelê me deng û vîna xwe di hilbijartinan de nîşan da. Lê hêj bi dawî nebûye û dê gelê me di tûra duyemîn de jî ji bo paşdexistina faşîzmê tişta ji dest tê bike. Dê bersiva herî baş gelê me bide kesên vîna me nas nakin. Her wiha gelê me dê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tişta ji dest tê bike.”

‘Berjewendiyên gelê kurd girîng in’

Piştre jî endamê Komîsyona STK’ê ya HDP’ê Abdullah Zeydan axivî û ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinan de kêmasiyên me çêbûn lê tişta dikeve ser milê me ew e ku van kêmasiyan ji holê rakin. Niha hem li ser hemû saziyên me û hem jî li ser tevahiya gelê me polîtîkayeke zextê ya giran heye. Lê gelê me serî li ber vê zilm û bêedaletiyê netewand û her tim li ber xwe da. Gelê me ev berxwedane bi saya kedeke mezin heta îro anî. Em niha di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û divê her kes, kesên dengê xwe nedane me qaneh bike û bibe ser sindoqê. Divê em ne berjewendiyên şexsî, malbatî û eşîrtiyê lê berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd esas bigirin. Bi vî awayî em dikarin bi ser kevin. Yekitiya me ji her tiştekî girîngtir e. Aştî jî bi yekitiyê dibe. Weke gelê kurd mafê me heye ku li ser vê xakê bi ziman û çanda xwe bijîn. Erê rast e em di serdemeke zehmet de derbas dibin lê em ê pêşî li ber faşîzmê bigirin. Gelê me dê di 28’ê gulanê de faşîzmê têk bibe û bi ser keve. Dayikên me yên 80 salî, siyastemedar û girtiyên nexweş hene. Divê em ji bo wan bixebitin.”

‘Têkoşîn dê bidome’

Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Dîba Keskîn jî wiha axivî: “Divê tu caran çoka me nelerize û hêviya me neşikê. Heta ku em dilwêrek bin dê teqez bi ser kevin. Em kurd in û jiyana me tevek bi berxwedanê derbas bû. Em ê dilsozên dîroka xwe bin û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Gelê me riya 3’yemî hilbijart’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî hilbijartinên 14’ê gulanê bi bîr xist û wiha got: “Ev îktidar hewl dide li her çar parçeyên Kurdistanê jî kurdan bê îrade bike. Her wiha Erdogan polîtîkaya tunekirina kurdan meşand û li Kurdistanê şerekî mezin dest pê kir. Xelkê me hate qetilkirin, gelê me xistin zindanan û êrişî Rojava kirin. Ev 8 sal in vî şerî bê navber didomînin û dibêjin ku dengê me ketiye. Ev yek bêexlaqî ye. Dengên me neketin. Cihê ku gelê me lê disekine û diparêze heman cih e. Gelê me Riya 3’yemîn a birêz Ocalan pêşniyar kirî hilbijart û peyama xwe da hemû cîhanê. Gelê me li ser sindoqê helwesta xwe bi eşkereyî nîşan da.

Dijmıinê kurdan dê têk biçin

Di şerê qirêj ê li dijî kurdan de pereyekê pir mezin tê xerckirin. Li dijî her kesên dibêjin demokrasî û azadî şer dikin. Niha jî êrişî Mexmûrê dikin. Tekane sedema vî şerî zîhniyeta Erdogan e. Heke Erdogan biçe dê aştî were û aborî jî baştir bibe. Lewma gelê kurd dê di hilbijartina 28’ê gulanê de li dijî dijminên xwe tişta pêwîst bike. Gelê me teqez dê bi ser keve. Gelê me di daxwazên xwe de ji dil e, di sekna xwe de micide û em ê encamên vê bi hev re bibînin.”