2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga Mexmûrê: Divê kurd û dostên wan rabin ser piyan

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdakê diyar kir ku dorpêça leşkerên Iraqê metirsiyê dide wan û got: “Divê kurd û dostên wan ji bo Mexmûrê rabin ser piyan.”

Artêşa Iraqê çend roj in dixwaze Kampa Penaberan a Mexmûrê bi dorpêçê dagir bike. Xelkê Mexmûrê ku bi piraniya wan ji Şirnex û Colemêrgê di salên 90’an de koç kirine û li wir bi cih bûne li ber vê hewldana dorpêçkirinê radibin. Li ser biryara PDK’ê jixwe ev 4 sal in ku Mexmûr di bin dorpêçê de ye.

Berxwedana xelkê Mexmûrê a li dijî leşkerên Iraqê dewam dike. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdakê bi nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dilgeş Ruvanasê re axiovî. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak hewldana dorpêçkirina Mexmûrê nirxand û diyar kir ku Tirkiye û PDK dixwaze wargeha wan veguherîne girtîgehek servekirî. Bûdakê da zanîn ku ew ê heta dawiyê li dijî êrişan û dorpêçkirinê li ber xwe bidin.

 Êrîşên DAÎŞ’ê bi bîr xistin

Bûdakê êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Wargeha Mexmûrê bi bîr xistin û got: “Me weke xelkê Mexmûrê li dijî DAIŞ’ê axa xwe û nirxên xwe parast. Me li dijî DAIŞ’ê şer kir. Me canên xwe jî dan lê me li ber xwe da. Îro jî hikumeta Iraqê, Tirkiye û malbata Barzanî dixwaze bi têlan dora Mexmûrê bigire û quleyan çêbike. Em vê metirsiya ku gav bi gav çêdibe dibînin.”

‘Dixwazin Mexmûrê veguherînin zîndaneke servekirî’

Bûdak da zanîn ku leşkerên artêşa Iraqê û polîsên asayîşa giştî yên girêdayî PDK’ê yên Herêma Kurdistanê dixwazin wargehê dorpêç bikin û got: “Îro malbata Barzanî bi awayekî eaşkera polîsên xwe şandine da ku wargehê dorpêç bikin. Dixwazin wargehê bi vî rengî veguherînin zindaneke servekirî. Dema em li nûçeyên medyaya wan dinêrin, em bi awayekî zelal dibînin ku wargeh bi daxwaza Tirkiyê hatiye dorpêçkirin. Dewleta tirk mirovên ku bi piranî zarok, kal û pîr û jin lê dijîn 12 hezar sivîl weke ‘terorîst’ dibîne. Li tu derê dinyayê tiştekî wiha tune ye. Bi rastî jî ji bo êrişên xwe yên li dijî Mexmûrê rewa bikin, tezeke wiha derdixin pêş. Lê ev wargeh bi salan e di bin kontrol û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Ji ber ku dewleta tirk mal û gundên me şewitandin em hatin vir. Dewleta tirk herî baş dizane ku kesên li vir dijîn sivîl in. Ji ber ku li ber tu zext û êrişan me serî netewandin, ji bo wan bû pirsgirêk. Malbata Barzanî jî bi salan êrişî wargehê dike, niha jî hikumeta Iraqê dixwaze êriş bike. Em li dijî vê yekê li ber xwe didin.”

‘Bila qada hewayî jı Tirkiyeyê re bê girtin’

Bûdak destnîşan kir ku piştî êrişên artêşa Iraqê rayedarên Neteweyên Yekbûyî bi fermî serdana wargehê kirine û wiha got: “Ji sala 2017’an û vir ve bi NY’ê re hevdîtinên fermî çênebûne. Herî dawî di sala 2017’an de me bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtinên fermî pêk anîn. Ji wê demê ve heta niha pêdiviyên bingehîn ên wargehê jî nehatine dabînkirin. Di encama bangan û nexasim jî berxwedana kurdan de Neteweyên Yekbûyî hat wargehê. Lê Neteweyên Yekbûyî got, ‘daxwazên hikûumetê qebûl bikin’.  Li ser vê yekê me jî got, ‘Bila hinceteke berbiçav nîşan bidin, em ê daxwazan qebûl bikin’. Wan diyar kir ku hikumet ji bo parastina wargehê hatiye. Lê ji sala 2017’an ve li dijî êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî wargehê tu tedbîr negirtine. Me ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re bê girtin.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Bûdak anî ziman ku ew 30 sal in ji bo azadiya xwe penaber in û wiha got: “Ji ber vê yekê ji heft saliyan heta heftê saliyan tu kes qebûl nake ku dora me bê têlkirin û qûle bên çêkirin. Em ê li dijî hemû êriş û zextan li ber xwe bidin û mafên xwe yên demokratîk bi hemû hêza xwe bi kar bînin. Helwesta rast a wargehê ya bi rojan ji her kesî re mînak e. Em bang li hemû kurdistanî û dostên wan ên li cîhanê dikin ku li ber van êrişan, zextan û dorpêçkirinê rabin ser piyan û dengê xwe bilind bikin da ku statûya heyî ya wargehê neyê rakirin. Ji ber ku leşker û çekên dijmin hene. Ji ber vê yekê rewş dikare hîn xetertir bibe. Divê gelê me bi taybetî li cihên ku ofîsên Neteweyên Yekbûyî û ofîsên mafên mirovan hene, çalakiyan li dar bixe. Ji bo rakirina vê dorpêçê divê her kes erka xwe pêk bîne.”