17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk û HDP: Em alîgirê guhertinê ne

Partiya Çepên Kesk û HDP têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn bi civînek çapameniyê helwesta xwe diyar kirin û gotin ku ew alîgirê guhertinê ne 

Desteyên Rêveberiya Navendî (MYK) ên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn dê di 28’ê Gulanê de bê kirin, bi civînek çapemeniyê helwesta xwe diyar dike.

Em alîgirê guhertinê ne

Partiya Çepên Kesk û HDP têkildarî hilbijartina serokkomariyê helwesta xwe destnîşan kir û bang li gel kir ku tev biçin ser sindoqan û dengê xwe li dijî faşîzmê bi kar bînin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got, “Di tûra duyemîn a hilbijartinê de em ê dengê xwe bidin û rejîma yekşexsî biguherînin.”

Perwîn Buldan di daxuyaniyê de wiha helwesta partiya xwe anî ziman: “Em alîgirên guhertinê ne û em bang li gelê xwe dikin ku 28’ê Gulanê biçin dengê xwe li dijî faşîzmê bi kar bînin da ku rê li ber guhertinê vebe.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku di 28 Gulanê de ber bi hilbijartineke ku bi encamên xwe dê salên pêş teşe bigire ve diçin û wiha got: “Em bi hişmendiyek û avabûneke totalîter, alîgirê desthilatdariyê ya ku ev 21 sal in gav bi gav sîstema yek zilamî ava dike re rû bi rû ne. Lewma hilbijartina 28’ê Gulanê referanduma dê di navbera kesên alîgirê guhertina demokratîk û kesên dixwazin vê pergala yekperest bidomînin de be. Beriya her tiştî em diyar bikin ku em rast nabînin ku tu feraseteke siyasî berxwedana guhertina demokratîk a civakê bişikîne, îstîsmar bike an jî mijûl bike. Em ê li dijî van nêzîkatiyan jî têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê bidomînin.”
‘Pirsgirêka penaberan bi têkoşîna aştiyê çareser dibe’ 
Bûldan, bal kişand ser protokola di navbera namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet û Partiya Zafer de hatiye îmzekirin û wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya têkoşîna me û polîtîkaya me ya Rêya Sêyemîn ew e ku em pêşî li çend kesên dixwazin derfetên dewlet û civakê bigirin destê xwe û pergalê bînin standardeke gerdûnî ku pêşî li maf û azadiya welatiyan, edaleta civakî û demokrasiyê vekin. Yekane tişta ku dike em serî netewînin û tawîzê nedin daxwaz û pêdiviya gelên me yên mazlum û bindest e. Em bi israr destnîşan dikin; kesên ku bi rêya qeyûman vîna sîyasî ya kurdan ipotek dikin, kesên ku ipotek danîne ser azadî mafên gelên Tirkiyeyê. Neçareserkirina pirsgirêka kurd ne berjewendiya civakê ye. Heta ku ev lîstika neçareserkirinê xera nebe, komar nikare bi demokrasiyê re bibe yek.
Di ketina sedsala duyemîn a Komarê de em çi şert û merc dibin bila bibin em ê vîna gel bi ser hemû vînan de bigirin. Ji bo pêşerojeke wekhev û hevkar em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dîsa em diyar bikin ku koçber an penaberan veguherînin malzemeyên berjewendiyên siyasî xelet e û ne însanî ye. Berpirsyarê vê tabloyê ne koçber û penaber rast e rast desthilata di polîtîkayên şer de israr dike û penaberan ji bo ranta xwe ya siyasî dike amûr e. Pirsgirêka penaber û koçberan encax li dijî polîtîkayên şer têkoşîneke aştiyê ya bihêz bê dayîn dikare bê çareserkirin.
Armanc avakirina pergala azad û demokratîk e 
Em dixwazin destnîşan bikin ku tu berjewendiyên siyasî ji pêşeroja gelê kedkar û xizan, jinan û ciwanan biqiymettir nîne. Em dizanin ku li dijî polîtîkayên Tifaqa Cûmhûr encax bi rêgezên demokrasî, edalet û azadiyê dikare li ser piyan bisekinin. Em weke HDP û Partiya Çepên Kesk em tenê kefîlên têkoşîna azadî, maf, hiqûq, edalet û wekheviyê ya gel in; yekane pîvana me girêdayîna me ya van nirxan e. Em dubare dikin ku di bin tu şertan de em ê ji vê sekna xwe paş ve gavê neavêjin. Pergala zordar a îro ji aliyê Erdogan û hevkarên wî ve hate avakirin, sedemê bingehîn ê pirsgirêkên civakî yên tên jiyînin. Di hilbijartinên 28’ê Gulanê de ya ku were hilbijartin jî dê ev pergala zordar berdewam bike an na. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de daxwaza guhertina demokratîk û aramiyê bi awayekî bixurt xwedî lê hate derketin. Bi milyonan dengên li dijî pergala îro bûne yek, ji bo daxwaza demokrasî, azadî û aramî ye ne. Armanc ew e ku pergaleke gel karibe tev li rêveberiyê bibe, azad, demokratîk û bi edalet were avakirin.
Em di 28’ê Gulanê de hêviyê mezin bikin 
Careke din aşkere ye ku rejîma Erdogan wê nikaribe van bendewarî û daxwazên xwe bi cih bîne. Astengiya herî mezin a li pêşiya bicihanîna van daxwazan di dema pêş de, wê dîsa Erdogan û ev rejîm bi xwe be. Ji ber vê yekê Erdogan ji bo me tu carî vebijêrkek nîne û yekane vebijêrk jî guhertina wî desthilata ew temsîl dike ye. Lewma em dibêjin; ji bo me ya herî girîng ew e ku daxwaz û bendewariyên li ser demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê bê nîşandan. Em hêviyê mezin dikin ku di 28’ê Gulanê de bi milyonan kesî karin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin. Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Bêkêmasî em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek şexsî biguherînin. Daxwaza guhertinê ya bi milyonan kesî ji bo me çavkaniya herî mezin a guhertinê ye. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin.”
Akin: Em ê karê nîvcomayî temam bikin 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir ku kesek nikare pêşî li ber daxwaza guherînê bigire û ev tişt anî ziman: “Em ê karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvcohiştî di 28’ê Gulanê de temam bikin. Me di 14’ê Gulanê de da sekinandin û di 28’ê Gulanê de biguherînin. Encamên 28’ê Gulanê dê ji bo me û gelên Tirkiyeyê girîng bin. Tevî her cureyên lîstik û astengkirinan jî em ê biisrar û biînad biçin ser sindoqan û rejîma qesrê, rejîma zordest û dijminê jin û kurdan biguherînin. Di helwesta me ya siyasetê de guherînek nîne. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqê, dengê xwe bidin û xwedî li sindoqê derkevin.”
Uçar: Em ê dengê xwe bo guherînê bikar bînin 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî bi lêv kir ku dê di tûra duyemîn de dengê xwe ji bo guherînê bidin. Uçar, wiha domand: “Partiya me di tûrên yekemîn û duyemîn de biryar da ku guherîn veguherînê û demokrasiyê esas digire. Dema vê dike jî pêdivî bi protokol û bazariyan nedît û helwestekî birêgez nîşan da. Nîviya hilbijêrên Tirkiyeyê li ser sindoqan guherîn, veguherîn û demokrasî parast. HDP û Partiya Çepên Kesk jî çavkaniya vê daxwazê ye. Em ê bi saya gelên xwe vê têkoşînê bidomînin. Me duh jî bersiv dabû siyaseta li ser qeyûman tê meşandin û îro jî didin. Em ê siyaseta Tirkiyeyê ji zimanê şoven û neteweperest rizgar bikin ji ber ku rastiya gel û civakan ev nîne. Dema em ketin hilbijartinê soza me ew bû ku vê pergala fîrewn a dijminê jinan biguherînin. Hilbijartina li pêşiya me hilbijartin Erdogan an jî Kiliçdaroglû nîne. Ev hilbijartin hilbijartina me ye. Em ê dengê xwe careke din bidin guherîn û veguherînê. 28’ê Gulanê dê bibe navnîşana serkeftinê.”
Sancar: Ev hilbijartin dê bibe referandûm 
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha bal kişand ser metna hevpar: “Tiştekî zêde li vê metnê bê zêdekirin nîne. Hilbijartina 28’ê Gulanê mîna referandûmê ye. Li rexekî rejîma rant, kedxwarî, talan û derewan û li rexa din jî daxwaza guherîn û veguherîna demokratîk a gelan heye. Em jî dê îrade û hêviya guherîna demokratîk, aştî û refaha gelên Tirkiyeyê hilbijêrin. Em dizanin ku hewldan hene ku gel neçin ser sindoqan. Xefik tên danîn û em van xefikan dibînin. Lê em dev ji guherîna demokratîk, edalet û azadiyê bernadin. Lewma em ê tercîha xwe ji bo guherandina rejîma qesrê bidin. Banga me ji bo hemû hemwelatiypên me yên di tûra yekemîn de neçûn ser sindoqan ew e ku biçin ser sindoqê, sindoqan biparêzin û bi îradeya xwe vê rejîma qesrê biguherînin. Em bi hev re bawer bikin û bi hev re biguherînin.”