12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Liz Throssell: Divê Tirkiye demildest hemû rojnamegeran berde

Berdevka Buroya Mafên Mirovan a NY’yê Liz Throssell diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya raman û derbirînê di asta fikaran de ye û bang kir ku rojnamegerên girtî hemû demildest bên berdan

Berdevka Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Liz Throssell bersiva pirsên Ajansa Mezopotamya (MA)’yê da û bal kişand ser zextên li rojnamegeran tên kirin. Throssell da zanîn ku ji ber ku nûnerên wan li Tirkiyeyê nînin têkildarî hûrguliyên dosyeyên rojnamegerên girtî agahî di destê wan de tune ne û ber bi dawiya meha nîsanê ve der barê binçavkirin û girtinan de bi rayedarên tirk re di nava pêwendiyan de ne û ew ji rayedarên tirk re fikarên xwe tînin ziman.

Fikarên xwe anîn ziman

Throssell anî ziman ku rojnameger, parêzer û aktîvîst û gelek kes di bin navê “terorê” de tên tawanbarkirin û zext li ser wan tên kirin û di vî warî de berê jî fikarên xwe anîne ziman. Throssell da zanîn ku wan wek Buroya Mafên Mirovan a NY’yê demek dirêj e li ser qanûnên sûc û terorê şîroveyan dikin û ev rewşa heyî ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li ser mafên mirovan dike.

Banga bo berdana rojnamegeran

Throssell destnîşan kir ku tevdîrên pêşîlêgirtina têkoşîna bi terorê û qanûna têkoşîna bi terorê re divê li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî be û beşdariya siyasetê, xebatên parêzvanên mafên mirovan, azadiya derbirînê û ramanê di bin zextan de nebe. Throssell diyar kir ku ew rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û bang li rayedaran kir ku rojnamegerên girtî hemû demildest bên berdan.