28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza rojnameger Babat û Arslan hat taloqkirin

Danişîna doza rojnameger Dîlan Babat û Firat Can Arslan a ji ber şopandina nûçeyê tên darizandin, hat taloqkirin.

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnameger û nivîskar Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di 4’ê cotmeha 2022’yan de li naverasta kolanê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Akarsel di 13’ê cotmehê de li gundê wê Xelikan ê bi ser navçeya Cîhanbeyliya Konyayê ve hat veşartin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Firat Can Arslan û nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babat nûçeya merasîma cenaze dişopandin û hatibûn binçavkirin. Bi îdiaya “kesên di têkoşîna li dijî terorê de wezîfe girtine, hedef didin nîşandan” doz li her du rojnamegeran hatiye vekirin.

Danişîna epêşîn a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat lidarxistin. Rojnameger û parêzerên xwe bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Edliyeya Enqereyê beşdarî danişînê bûn.

Rojnamegeran parastina xwe kir û tawanbariyên li ser xwe red kirin.

Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kir û hat xwestin doza hatiye vekirin di çarçoveya azadiya çapemenî û ramanê de bê nirxandin û miwekîlên wan bên beraetkirin.

Dozger bi heman tawanbariyê xwest ku rojnameger bên cezakirin.

Dadgehê biryar da ku der barê esasê de parastin bên kirin û danişîn taloqî 5’ê cotmehê kir.