3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan xelata Paul Grunîngerê girt

Xelata ku ji aliyê weqfa ji bo bîranîna Paul Grunînger ê Swîsreyî ku bi xebatên xwe yên li ser mafên penaberan û parastina penaberan tê naskirin ve hat organîzkirin, dan Ayşe Gokkan.

Xelatên “mirovahî û wêrekiyê” yên ku her sal ji aliyê Weqfa Paul Grunînger ve ku ji sala 1998’an ve ji aliyê neviyên Grunînger ve hatiye avakirin, ji aktîvîstên li dijî gef û zilmê têdikoşin re tê dayîn. Xelatên îsal dan parêzvana mafên mirovan a kurd û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê girtî ye û xebatkara penaber a Polonî Paula Weremiuk. Merasîma xelatdayînê li salona pêşandanê ya Palace ya Kantona ST. Gallenê hat lidarxistin.

Gelek Swîsreyî, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, parêzera Ayşe Gokkan Berfîn Gokkan, Hevseroka CDK-S Selma Surer û St. Nûnerên Komeleya Civaka Kurd a Demokratîk tevlî bûn.

Ji damezrînerên weqfê û endamê Meclîsa SP (Partiya Sosyalîst) Paul Rechtsteiner axaftina vekirinê ya xelatdayînê kir û bal kişand ser xebatên weqfê û polîtîkayên penaberiyê yên li cîhanê tên meşandin rexne kir.  Rechtsteiner got: “Gokkan, ji ber xebatên civaka sivîl meşandiye zêdetirî 80 caran li Tirkiyê hatiye girtin, zêdetirî 200 lêpirsîn derbarê wê de hatiye vekirin û niha jî di zindana Sîncanê de ye.”

Berfîn Gokkan a ku li ser navê Ayşe Gokkan xelat wergirt, nameya ku Gokkan ji bo merasîma xelatê şandibû bi Kurdî xwend. Gokkan di nameya xwe de got: “Bi germahiya rojê û coşa “Jin Jiyan Azadî” we silav dikim. Ez weke endama tevgera jinên azad ne tenê li ser navê xwe, li ser navê bi hezaran jinên têkoşer ên Kurd vê xelatê distînim. Dewleta Tirk bi dehan jinên Kurd ên têkoşer girtin û xistin zindanan. Dewlet 12 hevalên min ên jin ên li Girtîgeha Sîncanê bi min re bûn û cezayên wan bi dawî bûne, bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehê de dihêle. Tevî ku ez bi fîzîkî di nav we de nînim jî, ez bi dil û can bi we re me.”

Di dawiyê de sînevîzyona ku jiyana Gokkan a di nava têkoşînê de vedibêje hat pêşandan.