15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêşengeke êzidî: Meyan Xatûn  -II

Li Baedreyê piştî mirina Mîr Elî Beg pêvajoyeke nû dest pê kir. Meyan Xatûnê ku li dijî birayê xwe Îsmaîl Beg dixwest mîrîtiyê bi dest bixe, bi hêz û hewldanên xwe yên xurt hemû nîqaşên ku di nava eşîran de pêş ketibûn beralî kir û kurê xwe Seîd Beg anî ser mîrîtiya Baedreyê.

Mîr Seîd Beg bi temenê xwe hê zarok bû û ji kar û barên birêvebirina mîrîtiyê zêde fêhm nedikir. Ew wek kesayet jî ji aliyê girtina berpirsyariyê ve ne xwedî helwesteke xurt bû û bi hestyarî tevnedigeriya. Ew ji mijûlbûyina kar û pirsgirêkên civakî zêdetir bi kêf û şadiya xwe re mijûl dibû û haya wî ji dîroka kambax a êzidiyan tunebû ku bikaribe li ser pêşeroja civaka xwe bifikire û ji bo wan bixebite.

Meyan Xatûnê bi rewş û sekna kurê xwe dizanîbû û li gor wê di helwest û hewldanên xwe de hê zêdetir bi baldarî tevdigeriya. Ji ber ku di serdema mîrîtiya kurê wê de aloziyên di navbera xal û pismaman de ya ji bo mîrîtiyê derketibû Mîr Seîd Beg zêde dernedixist pêş. Ji ber vê ew bi têkiliyên malbatî û herêmî re mijûl dibû û bi pêşengiyeke xurt hem mîrîtî bi rê ve dibir hem jî kurê xwe Mîr Sêîd perwerde dikir da ku Mîr Seîd di rojên pêş de bikariya bêyî wê rêvebiriya mîrîtiyê pêk bianiya.

Mîr Seîd Beg jî ji vê rewşê zêde aciz nebû. Ew bi zanîn û cerebeyên dayika xwe mezin dibû û li  bin siya wê kar û barên mîrîtiyê hîn dibû.

Meyan Xatûnê piştî serdema duyemîn a mîrîtiyê bandora xwe ya li ser mîrîtiya Baedreyê jî xurtir kiribû. Di vê serdemê de têkiliya wê ya bi eşîrên herêmê re ji her demê zêdetir pêş ketibû û êdî serweriya wê di nava serkêşên eşîran de jî dihat qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku hemû kar û xebatên mîrîtiyê, hevdîtinên siyasî û dîplomasiyê ji aliyê Meyan Xatunê ve dihatin meşandin.

Jinemîra Baedreyê

Meyan Xatûn êdî ne tenê di nava kurdên ezîdî de li gelek deverên cuda jî dihat nasîn û bi nav û deng bû. Ew di nava civata xwe de û li herêmê xwedî qedr û qîmeteke mezin bû û dihat hezkirin.

Qesra ku Meyan Xatûn û kurê wê Mîr Seîd Beg lê diman her tim bi mêvanên ku ji herêmê û ji welatên din dihatin tijî dibû. Di baxçeyê qesrê de sê qonaxên ku ji bo demsalên cuda hatibûn çêkirin hebûn. Meyan Xatûnê li gel Mîr Seîd Beg hemû kar û barên mîrîtiyê li vê derê didan meşandin, mêvanên xwe li vê derê pêşwazî dikirin. Serkêşên eşîrên kurd û ereban, wezîr û rayedarên payebilind ên dewletên cuda jî dihatin li qesra Meyan Xatûnê rûdiniştin û li ser êzidîtiyê, pirsgirêkên Iraqê, Rojhilata Navîn û yên cîhanê nîqaş dikirin.

Meyan Xatûnê ji xeynî birêvebirina mîrîtiyê û pêşwazîkirina mêvanên payebilind di vê qesra qedîm de şevbihurk û dîwanên dengbêjiyê jî dida lidarxistin û di şevên dirêj de heta destê sibehê guhdariya dengbêjan dikir. Dengbêjan bi dilekî aram û bi kêfxweşiyeke mezin li pêşberî jinemîra Baedreyê çîroka Dewrêşê Evdî û Edûlê û gelek serpêhatiyên din bi awayê dengbêjiyê vedigotin û didan ber hevdu.

Civata li derdora dengbêjan kom dibûn bi sewt û newaya dengê wan keserên kûr dikişandin, bi serpêhatî û çîrokên ku dihatin gotin geh xemgîn dibûn geh bi coş û kelecan dibûn. Dengbêjan carînan jî bi bûyerên ku di dîroka êzidiyande pêk hatibû dilê guhdaran diperitandin û carinan jî bi stranên lehengî, jinxasî û mêrxasiyê agirê dil û mejiyê wan gur dikirin.

Meyan Xatûnê ji stranên dengbêjiyê pir hez dikir û qedr û qîmetekî mezin nîşanî dengbêjiyê dida. Herwiha wê dixwest çand û hunera êzidîtiyê her dem zindî bimîne û ji bo vê di van dîwanan de xelatên serketinê jî dida dengbêjên pêşketî û piştgiriya wan dikir. Yek taybetmendiya Meyan Xatûnê jî ew bû ku di dîwanên dengbêjiyê de tu caran nedihîşt stranên pesn û mezinkirina li ser kesayeta wê bên gotin û destûr nedida ku dengbêj li ser navê wê û ji bo wê bistrên.

Dîsa di şevbihurkeke wiha de Meyan Xatûnê dengbêjên ku ji Şingalê hatibûn û dengbêjê navdar ê herêmê Hûseyinê Elo vexwend ser dîwana dengbêjiyê û li gel guhdaran dest bi guhdariya wan kir. Beriya dengbêjan dengê bilûrê hûr hûr dest pê kir û dengbêjek ji dengbêjên Şingalî bi kesereke jidil newaya dengê xwe bilind kir:

Delаlê min wаy delаl,

Delalê min wаy delаl…

Way delаl…

Ez nemînim, ez nemînim,

Ez nemînim lo lo Dewrêşo…

Dewrêşo lawo

Were mаlа bаve min bi mevаnî

Dewreşo berxo

Were mаlа bаvê min porkurê bi mevаnî

Ez ê ji Dewreşe dilê xwe re deynim

Kulavekî sor yê Xorаsаnê

Ez ê ji Dewreşê dilê xwe re serjê bikim

berxа sor a serberаnî

Gаvа kаlê bаvê min

Û pîrа dаyika min gotin:

Lê lê porkurê

Kanê berxa sor a serberаnî oy oyy…

Ez ê bibêjim

Kor bûye şivаnê me

Lawikê xelkê bû,

Şev bû, tаrî bû, bа bû, bаrаn bû

Ji çolê nehаnî gurа xwаrî

Ez nemînim

Ez nemînim…

Lo lo Dewrêşo oy oyy…

Stranên ku xwe berdidan kûrahiya dilê guhdaran dil û hinavên Meyan Xatûnê dihelandin û ew bi bandora wan stranan ji xwe diçû û diket nava fikr û xeyalên kûr û dûr… Lewra dema li dîwana dengbêjan guhdariya wan dikir derdora wê jî tijî mêvan bûn. Lê mêvanekî wê hebû -ku li kêleka wê rûniştibû- hestên wê geştir dikir. Ev mêvanê wê, serkêşê eşîreke misilman Sefer Axa bû. Dilê Meyan Xatûnê ji bo wî diavêt û cara ewil bi hezkirineke ewqas kûr û qewî hesiyabû.

Ew di dema zewaca xwe ya bi Mîr Elî Beg re hê zarok bû û wê jî dizanibû ku ev zewac ji bo pêşeroja mîrîtiyê pêk hatibû. Lê niha hay ji xwe û hestên xwe hebû ku êdî xwedî hêz û hezkirin û rêzdariyeke mezin bû. Tu kesan nedikariya li dijî biryarên wê derketa. Wê erk û kesayeta xwe dabû pejirandin û êdî xwedî vîneke serbixwe bû. Jineke jixwebawer û azad bû.

Têkiliya ku di navbera wê û Sefer Axa de pêş ketibû jî bi dil û daxwaza wê bû, lê ji ber ku Sefer Axa misilman bû û nîqaşên derbarê wî yên ji serdema mirina Mîr Elî Beg mabûn li pêşiya wan dibû asteng û dibû sedema pirsgirêkên cuda. Derdora wan a nêzik ji vê rewşê aciz bûn û nedixwestin têkiliya wan bi pêş ve biçe û belav bibe.

Vê rewşê demeke dirêj berdewam kiribû, lê Meyan Xatûn û Sefer Axa li dijî hemû bertek û nîqaşan hezkirina xwe heta dawiyê birin û ji demekê şûnde têkiliya xwe dan pejirandin.

Serîrakirina Êzidiyan

Serdema ku Meyan Xatûnê pêşengiya civaka êzidiyan dikir, herçiqas serdemeke gelek dijwar, zor û zehmet bû jî, ji aliyê pêşeroja êzidiyan ve ewqas jî girîng û stratejik bû. Lewre herdu şerên cîhanê jî di vê serdemê de pêk hatibûn û Rojhilata Navîn ji aliyê dewletên dagirker ên wek Brîtanyayê ve ji nû ve dihat parvekirin û sazkirin. Civaka êzidiyan jî ji vê pêvajoya hişk û xedar para xwe bi rengekî neyînî girtibûn û gelek caran rastî êrîşên komkujiyê hatibûn.

Meyan Xatûn herçiqas ji bo ku yekîtiya êzidiyan ava bike bi hemû derfetên heyî têdikoşiya jî pêkanîna vê ne tiştekî hêsan bû. Kurdên êzidî li bin navê eşîretbûyinê hatibûn parçekirin û ji aliyê siyasî, civakî û baweriyê ve ne xwedî feraseteke hevpar û yekpare bûn. Lê dîsa jî xebat û  hewldanên Meyan Xatûnê encam didan û şiyarbûna ku di nava êzidiyan de çêbûbû herku diçû bi pêş diket. Civaka êzidiyan êdî mafên xwe yên xwezayî, bîrdozî, bîr, bawerî û mirovî diparastin û li dijî qirkirin û komkujiyê derdiketin.

Di encama vê de di salên 1930-1935an de serkêşên bi navên Hemoyê Şero û Dawûdê Dêwid jî li aliyê Şingalê rêxistina xwe xurt kiribûn û pêşengiya civaka êzidiyên Şingalê dikirin. Êzidî piştî demeke dirêj li dijî zext û zordariyên li ser wan xwe birêxistin dikirin û li dijî hêzên dewleta Iraqê û yên Brîtanyayê daxwaza mafên xwe dikirin. Êzidî di dîrokê de cara ewil ji bo nasnameya xwe ya kurdbûnê û baweriya xwe ya êzidîtiyê derdiketin pêşberî qada cîhanê û daxwazên xwe yên polîtîk bi awayekî birêxistinkirî bilêv dikirin. Li gor serdema xwe ev rêxistinbûyin û pêşketin ji bo civaka êzidiyan gelek girîng bû. Ev cerebe ji bo parastina hebûna wan di asta dîrokî de bû. Lê ev rêxistinbûyina ku derketibû pêş herçiqas hêz û moral dida civaka êzidiyan jî, ji aliyêkî din ve xetereyên mezin jî di nava xwe de dihewand.

Herwiha dewleta Brîtanyayê piştî dagirkirina axa Iraqê serweriya xwe li vê derê pêk anîbû û bi hikûmeta Iraqê re li hev kiribûn. Ji ber vê sedemê li dijî serîrakarina êzidiyan -a bi armanca nasandina nasname û mafên xwe- derdiket û dixwest daxwazên êzidiyan bitepisîne. Ji ber vê yekê beriya ku ji Iraqê derbikeve bi ser herdu pêşengên êzidî Hemoyê Şero û Dawûdê Dêwid ve çû û rêxistinên wan belav kir. Dewleta Brîtanyayê piştî ku herdu pêşengên êzidî ji hêzê xistin, ew mişextî Sûriyeyê kirin û zorî da Baedreyê ku bi hikûmeta Iraqê re li hev bikin.

Fermana Reş

Meyan Xatûnê ji bo ku civaka êzidiyên kurd mafên xwe yên siyasî û bawerî bi dest bixin bi Brîtanyayê re hevdîtin pêk anîn û hin şertên xwe bi wan dan qebûlkirin. Lê Hikûmeta Iraqê salekê piştî ku Brîtanya ji herêmê vekişiya hêza xwe xurtir kir û peymana ku bi Meyan Xatûnê re hatibû destnîşankirin betal kir.

Hikûmeta Iraqê di sala 1934an de zagona leşkerî ya mecbûrî derxist û ji êzidiyan jî daxwaz kir ku ew jî bibin leşkerên Iraqê. Meyan Xatûn û hemû pêşengên êzidî li dijî vê zagonê derketin û çûyina leşkeriyê red kirin. Civaka êzidiyan bi vê helwesta xwe di dîroka xwe de cara duyemîn ‘Dijderketina Wijdanî’ pêk anîne û spartina leşkeriyê ya ji aliyê dagirkeran ve qebûl nekirine. Meyan Xatûn û pêşengên din ên êzidî ji hikûmeta Iraqê xwestin ku civaka êzidiyan derveyî vê zagonê bigirin, lê hikûmetê ev daxwaza wan qebûl nekir û careke din bi awayekî hovane êrişî wan kir.

Di sala 1935’an de, di meha îlonê de Hikûmeta Iraqê bi tank û topên xwe kete bajarê Şingalê û axa kurdên êzidî talan û wêran kir. Gelek êzidî di vê komkujiyê de hatin qetilkirin û gelek jî ji wan ji warên xwe hatin dûrxistin û mişextî welatên cudatir bûn. Gelek jinên êzidî yên ji bo ku nekevin destê neyaran xwe ji zinarên bêser û binî avêtin xwarê, gelek ji wan jî xwe berdan çemê Dîcleyê û mîrateyeke xedar hiştin li dû xwe. Mirineke herî xedar ji bo wan ji jiyaneke bêrûmet hêjatir bû. Ev sekna wan wek çand û taybetmendiyeke bingehîn a jiyanê berdewam kir. Meyan Xatûn jî her tim bi vê zanebûn û hişmendiyê tevgeriya û tu caran bêrûmetî nepejirand. Heta dawiyê xwedî li mîrateya wan hêjayan derket û serbilind jiya.

Mixabin, vê sekna êzidiyan wek gelek caran vê carê jî nekarîbû pêşî li xetereyên li ser wan bigire; çarenûsa wan a reş dûbare dikir û civaka kurdên êzidî careke din bi fermaneke reş a komkujiyê re rû bi rû mabû.

Tenêtiyeke pir kûr dijiya

Meyan Xatûnê demeke dirêj xwest êş û birînên vê komkujiyê aş bike, lê her êrîşa ku li ser êzidiyan pêk dihat paşdeçûyinek jî bi xwe re dianî û pirsgirêkên civakî zêdetir kûr dikir. Li dijî vê pêwîst bû ku êzidiyan hêz û têkoşîna xwe jî mezintir bikirina, lê di vê mijarê de wê tenêtiyeke pir kûr dijiya. Kurê wê Mîr Seîd Beg jî wek hevjînê wê Mîr Elî Beg bi awayekî bigûman li bajarê Mûsilê di Hotela Kevkeb El Şark de hatibû kuştin…

Wê di rojeke bêyom a kelekela meha tîrmehê de agahiya mirina kurê xwe girtibû û bi êşa wî hawara wê gihiştibû erd û esmanan…

Êdî ji bo wê û mîrîtiya Baedreyê jî dê pêvajoyeke nû dest pê bikira…

(Dê Bidome)