8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duayên balûkan

Van rojan tiştek hatiye serê hevala min Tozê lê ez fêm nakim ka bê çi ye. Tozê hevala min a zaroktiyê ye, ew pir jêhatî, şixulkar e, serwaxt e, tu carê berzeq nîne.

Van rojan tiştek hatiye serê hevala min Tozê lê ez fêm nakim ka bê çi ye. Tozê hevala min a zaroktiyê ye, ew pir jêhatî, şixulkar e, serwaxt e, tu carê berzeq nîne (Berzeq; pirsan, gotinan bi awayekî hêrs dibersivîne, rû tirş e.) Ev çend roj in qet kêfa min bi rewşa wê re nayê, pir xemgîn xuya dike. A din, tu carê gilî û gotinên xwe ji min venaşêre. Min xwe bi xwe re got: “Ez ê çendekê li bendê bisekinim, kengê dilê wê xwest, wê demê ez ê guhdariya wê bikim û jê re bibim alîkar.”

Lê tiştekî bala min kişand, ew jî di destekî wê de lepikek reş hebû, min jê pirsî wê got: “Kefa destê min bi agir şewitî, min derman kiriye, heta çendekê wê silamet bibe, ji bo birîn bikewe min lepik xiste destê xwe.” Min jî jê bawer kir.

Lê her roj xemgîniya wê zêdetir dibe, gelo çima ji min re derdê xwe parve nake ez metel dimînim. Zarokên wê her yek li bajerên gelekî dûr dijîn, destê min nagihêje wan jî. Hevjînê wê jî çend sal berê rehmet kir, ew jî wek hevjînê min çû ber dilovaniya Xweda… Jixwe em li vir çend heb jin in, em hemû jî bê hevjîn in, hema ya baş jî ew e ku ew çûn, em jî li vir zêdetir li hev xwedî derdikevin û tu xema me jî ji bo hevjînan tune ye, em zêdetir direvin bi hewara hev û du, derd û kulên xwe bi hev re sero-bino dikin. Êêê wekî din em ê çi bixwazin?

Em piiir rehet in şikur… Erê, duh Tozê hat mêvandariya min, ew lepikê di destê wê de tunebû, rûyê wê biken bû, di çavên wê de stêrk xuya dikir, rengekî xweşik li ser rûyê wê hebû. Min qet jê nepirsî ka gelo çima ewqas xemgîn bû?

Tozê li kêleka min rûnişt û got; “Tu zanî? Waaan rojên hanê du heb keçên xama hatin ba min, di destên wan de balûk (belalûk) derketibûn ( Baluk; tiştekî wek xalek mezin di destên mirovan de derdikeve, li cem bijîşkan dermanê wê heye lê ên gundên li dûrî bajaran naçin wan deran, hinek jin an jî mêr bi ser wan balûkan de dixwînin piştî demekê ew winda dibin, nizanim wisa dibêjin. Tozê jî yek ji wan e).

Min bi ser wan balûkan de xwend, ew çûn malên xwe, sibetirê min dît ku di destê min de jî balûk derketine, min bi ser de xwend, çiqas dua zanim min hemû xwend lê derbas nebû, tu bersiv û xeberek jî ji wan herdu keçikan nehat, min got gelo tiştek hat serê wan?

Gelo min tiştekî xerab kir? Sebra min nehat, ez rabûm çûm dîtina wan herdu keçikan, pir bi kêfxweşî ez pêşwazî kirim û destên wan jî silamet bibû. Min ji wan re got: “Hebe, tunebe teqez herin nexwaşxaneyekê û bidin dermankirin.”

Ez vegeriyam malê, sibetirê min dît, ew balûkên di destên min de wenda bûne. Li vir şûnde ez bi ser balûkên kesekî de naxwînim… Mesela min jî xemgîniya min jî ev bû, de ji me re çayê tijeke em ji xwe re behsa tiştên din bikin.  Şikur hevala min vegeriya, ew niha pir kêfxweş e, êdî li ser balûkên tu kesî jî naxwîne…