4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan azadiya Ocalan dixwaze

Cîhan Firat

Di rojeva ciwanên cîhanê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Jin, ciwan, gelên doza azadiyê dikin tev azadiya Ocalan dixwazin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Baweriya wan ew e ku aştî, demokrasî, jiyanek bi rûmet û wekhev dê pergala Modernîteya Demokratîk û rêya sêyemîn pêş bikeve.

Di serê meha mijdarê de ciwanên ku ji çar aliyê cîhanê hatin li paytextê Fransa Parîsê kom bûn, konferansa “Ciwan dîrokê dinivîsin” li dar xistin. Ciwan ji 50 welatên cîhanê hatin kom bûn. Ciwanan 3 rojan li ser esasê paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk niqaş pêş xistin. Pirsgirêkên talankirina ekolojî, mêtingerî, dagirkerî, kedxwarî, tundiya li dijî jinan, şerê li cîhanê pêş dikeve û qeyrana aborî niqaş kirin. Ciwanan di konferansê de biryar dan ku Yekitiya Ciwanên Cîhanê ava bikin. Dîsa biryar dan ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin. Beriya konferansa ciwanan, di 10’ê cotmehê de dostên kurdan li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlonê de kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dest bi rêzeçalakiyan kir. Bi van çalakî û atolyeyên tevlihev û xweser, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rolên newekheviya zayenda civakî, şerê taybet bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’, xwebûnê nîqaş dikin.

Gelê kurd di çarçoveya pêngavê de li Bakur, Başûr û Rojava beşdarî hamleyê bûn û ketin nava tevgerê. Li bakur dê ji bo azadiya Ocalan di 18’ê mijdarê de Meşa Gemlikê li dar bixin. Partî û rêxistinên kurdan li Bakur ji bo balê bikişînin ser azadiya Ocalan û hamleyê her roj civînên gel li dar dixin.

Dema em li geşedan û hewldanên jin, ciwan û civakê dinerin, em dibînin ku kurd û dostên kurdan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi şev û roj li qadan têdikoşin. Li aliyekî meş û xwepêşandanan li dar dixin. Li aliyê din civîn, panel û semîneran li dar dixin. Eger îro ciwanên ku pêşeroja cîhanê ne, fikr û gelsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo xwe bikin rêgeh û nîşangeh, ev ji bo siberoja mirovahiyê gelek bi wate û girîng e. Ev nîşanî me dide ku êdî ji bo mirovahî, civaka sincî û polîtîk, cîhanek demokratîk nêzîk e. Ev nîşanî me dide ku êdî azadiya Rêber Ocalan nêzîk e. Serkeftina gelan û avakirina modela jiyana Modernîteya Demokratîk nêzîk e. Modela Konfederalîzma Demokratîk ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikr û selfeya Rêber Ocalan aj da, îro ji bo hemû gelê cihanê dibe hêvî. Ji bohemû gelê cîhanê dibe bawerî û hêz. Loma îro ciwanên cîhanê û gelê cîhanê êdî li dora fikr û felsefeya Ocalan dibin xelek û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dixwazin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê