5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bayindir: Teqez em ê bi ser bikevin

Hevsevrokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, li pêş avahiya HEDEP’ê ya Amedê bang li raya giştî kir û got: Îro bi hezaran ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê dimeşin Gemlikê. Bila her kes baş zanibe ku tu kes nikare meşa me ya azadiyê rawestîne. Ev rêya yekîtî û azadiyê ye. Teqez em ê bi ser bikevin.”

Bi sedan kesên ji bo Meşa Azadiyê ya di pêşengiya KCD, TJA, DBP, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û HEDEP’ê de li Amedê kom bûn, li pêş avahiya HEDEP’ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Di çalakiyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got: “Bila her kes baş zanibe ku em vê qanûnê qebûl nekin. Em vê helwestê qebûl nakin. Em ê heta dawî li dijî vê zilmê derkevin. Îro em ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê serî radikin. Îro bi sed hezaran gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe didin Gemlikê. Li dijî tecrîdê li ber xwe didin. Li bajarên Kurdistanê û li Amedê li hemberî polîtîkayên zilmê li ber xwe didin. Tu kes nikare vîna gurt tune bike. Em ê her tim û li her derê ji bo azadiyê, ji bo yekîtiyê li ber xwe bidin. Em ê bimeşin û vê zilmê bişkînin. Li dijî meşa azadiyê faşîzmek pir mezin heye. Em vê faşîzmê qebûl nakin. Bila her kes zanibe ku ev sekna me sekneke dîrokî ye. Rêya me rêya azadiyê ye. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Dema Bayindir di axivî girseyê bê navber dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin mil”. “Bijî Berxwedana zindanan” û  “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.