3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hezaran li herêma Cizîrê daxwaza azadiya Ocalan kirin

Li bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê bi hezaran şêniyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî kirin.

Bi pêşengiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi hezaran kes li Çarxerêya Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê kom bûn û heta sûka navendî meşiyan.

Beşdaran alên HPC, YPG/YPJ`ê û pankertên “Na ji tundiya li dijî jinan re” , “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin. Girseyê dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbertî” , “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji tundiyê re” berz kirin.

Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Asya Cûma axavî û got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya ku nîşanî jinan daye, jinan xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêve bir û xwe îsbat kir.”

Cûma, anî ziman ku divê hemû jin heta bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û xwedî li xeta ku Abdullah Ocalan nîşan daye derkevin.

Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bijî Berxwedana Rêbertî” û “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.