14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berê xapandin jî xweş bûn

Carekê hevalekî ku li çiyayê Dêrsimê gerîlatî kiribû ji min re behsa çîroka ciwanekî ku nû tev li nava gerîla bûbû kir. Ew hevalê ciwan haya wî qet ji şert û mercên jiyana gerîlayan tune bûye. Carekê birçî dibe û ji hevalan nan dixwaze. Hevalek jî dixwaze wî bixapîne û hinekî ji xwe re bikenin. Nan jî li wê noqteya ku lê dimînin nemaye û divê biçin noqteyeke din a hevalan nan ji wir bînin. Hevalê gerîla di dilê xwe de dibêje ka ez hinekî vî hevalê ciwan bixapînim, hem em ê ji xwe re bikenin û hem wê biçe ji xwe re nan bîne.

Hevalê gerîla jê re dibêje; heval ma nan tune be tuyê biçî marketê ji me re nan bikirî. Hevalê ciwan jî bawer dike. Hevalê gerîla hinek pere dide destê wî û dibêje tu wî sirtî dibînî, li paş wî sirtî marketa partiyê heye tuyê biçî ji wir nan bikirî. Hevalê ciwan bi kêfxweşî radihêje pereyan û jê re dibêje, heval hin ihtiyacê min jî hene ez karim ji bilî nan wan jî ji marketê bikirim. Hevalê gerîla dibêje, bê guman tu karî çi lazim be ji xwe re bikire.

Welhasil berê wî ciwanî didin sirt cihê noqteyeke hevalan ku li wir nan heye û bi riya bêtêlê haya wan hevalan ji mesela hevalê ciwan çêdikin. Dema hevalê ciwan digihê pişta wî sirtê ku gotibûn hevalekî gerîla tê pêşiya wî û dibêje te xêr e tu diçî ku? Ew jî dibêje ez diçim marketê nan bînim.

Heval dikene û nanê ku jê re amade kiriye dide destê wî. Hîna jî dibêje heval ka market ez ê biçim tiştin din jî ji min re lazim in. Va hevalê Mistefa pere jî dane min divê ez biçim marketê, ez ne tenê ji bo nan hatime. Heval jê re dibêje marketa çi halê çi, hevalan henek bi te kiriye ji bo tu ji wan re nan bibî. Weke miriyê ku serê wî li kevirê bergorê bikeve hê bi ser hişê xwe ve tê.

Îca dema hevalê Mistê ev çîrok ji min re got çîrokeke min a zaroktiyê hate bîra min. Diya min jî henekeke bi vî rengî bi min kiribû. Dema ez zarok bûm min çend caran hewl da ku rojî bigirim. Di rojiya remezanê de gelek caran ji bo ku em paşîvê bixwin em bi malbatê re ji xew şiyar dibûn û me paşîv dixwar û niyeta xwe li rojiyê dianî lê herî zêde heta nîvro min dikaribû rojî bigirim. Dayika min rehma xwedê lê be dema didît ez birçî bûme digot tiştek nabe kurê min, rojiya zarokan heta nîvro ye. Tu nîv rojê bigire û sibe jî nîv rojê din bigire paşê wê xalê te mele Evdile wan bi hev ve bidirû.

Xalê mele Evdile melayekî welatparêz û têghiştî bû û gelekî devliken û henekçî jî bû. Wekî mînak cara pêşî min pîrozbahiya Newrozê li hewşa xalê mele Evdile dît. Em zarok bûn, me nizanibû ew çi ye. Gundî li hewşa mala xalê mele civiyabûn û li ber agir stran digotin û govend digerandin. Bi her halî hezar rehme li gora wî be, de ka em vegerin çîroka rojiya xwe.

Piştî ku du nîv rojê min ê rojiyê çêbûn min berê xwe da mala xalê mele Evdile û jê re got, xalê mele ez hatime tu rojiya min bi hev ve bidirû. Diya min got bila xalê te mele her du rojên te bi hev ve bidirû da ku rojiya te qebûl bibe. Mele di bin simbêlan re keniya û ji min re got, ma wiha dibe xwarzê! Divê tu biçî sêniyek mewîj ji min re bînî da ku ez rojiya te bi hev ve bidirûm.

Ez bi bazdan vegeriyam malê û min ji dayika xwe re got. Dayika min jî hem di cih de sêniyek tijî mewîj kir û got de bibe ji xalê xwe mele re îca wê rojiya te bidirû.

Wan hem ez dixapandim û ji xwe re bi min dikeniyan û hem dilê min xweş dikirin lewre ew henek û xapandinên wiha xweş bûn.