3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tankên dostê xwezayê

Hesen Hemkê

Almanya ji alî xwedîderketina li xwezayê gelekî hestiyar tevdigere. Ji bo xweza qirêj nebe piştî motosiklêt û wesayitan niha jî tankên ku bi ceyranê dixebitin çêkirine. Xuya ye ku Almanya mirovan jî wekî qirêjiya li ser xwezayê dibîne lewre alava kuştina mirovan anku tanka ku bi ceyranê dixebite çêkiriye.

De ser xêrê be kuştina mirovan ne xem e lê ya girîng paqijiya xwezayê ye, xwedîderketina li xwezayê ye. Bi van tankên xweşik ên dostê xwezayê êdî dê mirov werin kuştin bêyî ku xweza qirêj bibe. Her çendî hûn bibêjin ku tankên we dostê xwezayê ne, ew dimînin kujer û dijminê mirovan.