28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi ragihandinê asîmilasyona li ser jin û ciwanan

Şervan Çîçek

Pergalek li gorî berjewendiyên xwe bê afirandin, ji bo ku serkeftî bibe, hemû derfetên ku di destê wê hene bi kar tîne. Amûrê şer tenê ne çek, bombe, şûr, mertal û alevên kîmyayî ne. Şerê taybet li ser çand, huner û xwezayê tê kirin. Jin û ciwan di nav şerê taybet de, ji bo bên bidestxistin, bên asîmîlekirin, kirinên psikolojik li ser wan tên meşandin. Herî zêde jî ev şerê taybet li ser jin û ciwanên kurdan tê kirin. Ev xebata asîmîlasyonê weke şanoyeke mafdar bi salan e li ser me kurdan tê meşandin.

Dema li Anatolya û Mezra Botan komar damezrandin, ji bo civaka kurd zû bê guhertin xebateke berfireh li ser çand, huner û foklora kurdî hate pêkanîn. Hunermendên ku xwe bi hemû hêza xwe dabûn ber xebatê ji bo çanda tirk bê ecibandin û jiyandin, kurd jî bên asîmîlekirin çanda kurd û tirk a nêzî hev kirin û weke ya tirkî dan nişan.

Asîmîlasyona berfireh

Dibistanên tirkî, saziyên çand û hunerê teqlîda foklorî bi zarokên kurdan dan hînkirin. Hemû kirinên nijadperest tevî talan û wêrankirinê dîsa sedsal in ku kurd li ber xwe didin. Hê jî kirinên wan ên nijadperest didomin. Li dibistanan, dersên ziman, dîrok, wêje û dîn li ser zarokan, li ser dê û bavan jî bi televizyon, pirtûk, rojname û medya cihê xwe digire.

Zarokên kurd bi riya dibistanan ziman, dîrok, wêje, muzîk û dîn tên asîmîlekirin. Li malan jî tevî dê û bavên xwe li ber televîzyonê li ser medya civakî bi rengê karekteran tên guhertin. Medya, bi yek rengî, yek zimanî û parvekirina yek neteweyî zarok û jinan îzole dike. Zarokên li dibistanan perwerde dibin, li malê xwe dikin şekle lehengê ku li ser televîzyonê nas dikin, bi renge wan mezin dibin. Pergala dagirker ji bo jin û ciwanan bi lez asîmîle bike hemû hêza xwe daye ser perwerdeya dibistanan û medyayê. Di hemû kanalên Turksatê de weşanên bi yek rengî, yek zimanî tên weşandin.  Di nav sinemeya nijanperest de xistina ciwan û bidesxistin, piçûkxistina jinan, bi salan e herî zêde jî di navbera van 8 salan de bi tenê li ser kanalê Turksatê de neteweya tirk û egidê ku ji xwe re peyda kiriye weke hêzeke dewlemend dide weşandin. Weke rêzeflimê  Ertûgrûl, Alpaslan, Osmanli, Barbaroslar, Destan, Yalniz Kurt egîdbûna yekneteweyî ku dinya jê xof bigire dide weşandin.  Di rêze flimê weke Azîz, Çûkûr, Uçkûrûş, Hercaî hwd de di serî de neteweya kurd weke hovan dide nasîn herî zêde jî îzolekirina jinan, bidestxista jinan re dixwaze, di nav civakê de lihevketinekê bide nişandan ku xwe ji bo metîngeriyê mafdar derxe.

Bi rêzefîlman ciwanan arast dikin

Zarokên kurdan bi wan rêzeflîman mezin dibin, ji çanda xwe û neteweya xwe tên dûrxistin. Zarokê tirkan jî  bi saya rêzeflîmên ku tên  weşandin ji xwe re egîdan diafirînin û xwe dikin şeklê wan. Li gorî egîdê hatine sazkirin tevdigerin û ji xeynî neteweya xwe tu kesî nas nakin. Dikevin nav tevgera nijadê ku di nav xwe da biqewrînin.  Ew dibe sebeb ku di nav civakan de nakokî derkeve holê û pevçûn zêde bibin. Ew rêzeflîmên ku me di serî de rêz kir de tunekirina jinan, qewirandina wan a ji civakê dide nişandan ku ev pergal çiqas ji jinên azad ditirse. Ji ber wê jî ji misyona ku bi hezar salan e weke kebaniya malê yan weke cînsî dixwaze bide pênasekirin û rola wê ya nav civakê bide nişandan. Hemî xebatên ciwan û jinan izole dike. Her roj bi terzekî nû dertê pêşiya civakê û bi awayê civakê ji nirxên xwe dûr dixinê û yên berxwedêr jî terorîze dike.

Mehên havînê derbas bûn, li mizgeftan li ser navê hînkirina bawermendiyê, edet û olê, mehên zivistanê jî  bi hezaran zarokên kurdan li dibistanan dest bi perwedehiya  yek nîjadî yek, neteweyî, yek dînî tê kirin. Pergala Tirkiyê ji xeynî tirkan tu neteweyê  di nav sînorê xwe da nas nake, dide zanîn ku yan tu tirkî yan jî tu tune yî bi wî malbatê kurdan mecbûr dimînin ku zarokê xwe bişînin dibistanê û bên asîmîle kirin..

Asîmilasyona bi vî rengî tev qadên ku hinekî ji di bin bandora asîmilasyonê kêm maye dadigire û jiyana kurdan; jin, mêr û kategoriyên civakê yên din bi temamî ji tirkbûnê re vedike. Divê li hember vê asîmilasyona xeternak gelê kurd; jin, ciwan û hemû beşên civakê bi hişmendî zane tevbigerin.