14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Binçavkirina Hevserokê Tevgera Azadî mijareke siyasî ye”

Hevseroka Tevgera Azadî der barê binçavkirina Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula de daxuyaniyek da û ragihand ku binçavkirina Selam biryarek siyasî ye û ti sedemek yasayî nîn e.

Di 27’ê Çileyê de Hevserokê Tevgera Azadî Selam Ebdula ji aliyê asayîşa navçeya Ranyaya Silêmaniyê hat binçavkirin û heta niha nehatiye berdan. Li ser vê yekê Tevgera Azadî li ber asayîşa Raperîn a li bajarokê Ranyayê kom bû û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên der barê binçavkirina Selam de axivî û wiha got: “Binçavkirina mamostE Selam bi hemû tedbîrên xwe ve mijareke siyasî ye û tu sedemeke yasayî nîn e. Ji bo pirsgirêkeke civakî li gel şofêr û du kesên din çû bû. Di dema vegerê de li noqteya kontrolê hincetên cuda li ser hatin dayîn ku wî li noqteya kontrolê nesekiniye. Ev hincet ji rastiyê dûr in, şofêr jî şahîdê vê yekê ye ku ne wiha ye.”