28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrêxistinî dirizîne

Şoreşgerên Kurdistanê dema di salên ber bi dawiya 1980’an de berê xwe dan Kurdistanê, tiştek ferq kirin. “Beyî ku bîrdozî û rêxistin hebe pelek jî nikare were lebitandin.”

Şoreşgerên Kurdistanê dema di salên ber bi dawiya 1980’an de berê xwe dan Kurdistanê, tiştek ferq kirin. “Beyî ku bîrdozî û rêxistin hebe pelek jî nikare were lebitandin.” Ji bo wê jî berî her tiştî ketin nav karûbarên rêxistinkirinê. Her wiha berî karê rêxistinê jî xwe di aliyê bîrdozî de xurtkirin e. Rêxistinkirin li ser zelaliya bîrdozî pêk dihat û encam girt. Her ku encam girt tevgera şoreşger û azadiyê mezin bû.

Şoreşgerên yekemîn ên Kurdistanê tenê ne li hemberî hêzên dewletê şer kirin, di destpêkê de li hemberî pergala axatiyê şer kirin. Dewletê bi ser pergala axatiyê re Kurdistan di bin kontrola xwe de digirt. Tevgera azadiyê hişmendiya şerê di navbera malbat û eşîran de veguherî şer û têkoşîna neteweyî. Dewletê jî hêza xwe ya herî mezin ji nakokî û pevçûnên di navbera malbat û eşîran de digirt. Kêmbûna pevçûn û nakokiyên di navbera malbat û eşîran de, bandora dewletê ya li ser civakê jî gav bi gav kêm kir. Roj bi roj, sal bi sal şer û pevçûnên xwînî kêm bûn. Lê em dibînin di salên dawî de li Kurdistanê carek din pevçûnên xwînê zêde dibin.

Hema bêje roj tune ye ku di nûçeyan de behsa pevçûnên di navbera kesan de neyê kirin. An ji ber deynan pevçûn çêbûye û aliyan hev kuştine, yan ji ber ereziyan pevçûn qewimiye û ji aliyan kuştin çêbûye, yan jî meseleyên berê bi awayekî vebûne û pevçûn çêbûye. Mijar biguhere jî encam naguhere. Tenê di bûyerên îsal rû dan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûna li Bismilê de neh kesan jiyana xwe ji dest dan. Ango tenê di pevçûnekê de neh kes mirin. Aliyên pevçûnê di rojên berî bûyer qewimiye de serî li rêxistina HDP a bajêr dane lê mijar nehatiye çareserkirin. Ji ber lewaziya komîsyona têkiliyên gel eleqedariya pêwîst nehatiye nîşandan. Piştî bûyerê, di rojnameya Yenî Yaşam de nivîsek hate weşandin. Nûçe ji aliyê nûçegihanê rojnameyê Selman Çîçek ve hatibû amadekirin. Bi kurtasî digot; ‘Heke meclîsa gel a navçeyê hebûna ev bûyer nediqewimî.’ Bi vê nûçeyê bal dikişand ser bêrêxistbûna civakê. Ji ber rêxistinbûna nav gel belav bûbû, nikaribû ji pirsgirêkên nav xwe re çareseriyê bibîne.

Hiqûq nikare kêşeyan çareser bike

Hiqûqa dewletê tu carî nikare mijarên civakî bi awayekî adîlane çareser bike. Jixwe li Kurdistanê dadgeh, ji bo tevlîhevî neqede tu carî li gorî rastiyê biryarê nadin. Kî alîgirê desthilatê be, mijar li gorî berjewendiyên wan çareser dibe. Wekî din jî zû bi zû naxwaze mijar zelal bibe. Mînakeke herî berbiçav rewşa gundiyên me ye. Di 2006’an de ji bo derxistina tapuyan, li tevahiya Kurdistanê erd careke din qeyd kirin. Rayedarên dewletê gund bi gund geriyan û xetên erdan guherandin. Gelek erdên gundiyan xistin statuya ‘daristanê’. Ew daristan jî ji bo birînê radestî alîgirên xwe kirin. Vê jî têrê nekir. Gundên derdorê yek bi yek dest bi vekirina dozan kirin. Dozek hate girtin, yeke din hate vekirin. Ew hate girtin yeke din vebû. Hemû jî heman mijar. Piştî demeke dirêj niha gundên derdorê dîsa li hemberî hev tûj bûne. Kesên xwe disipêrin dewletê bi rihetî dozên daxwaza erdan dikin. Ev jî riya pevçûnan vedike.

Dewletê şerê profesyonel pêş dixe

Dewlet bi ‘plana çalakiya hilweşandinê’ ji 2015’an û vir ve şerekî din li Kurdistanê xiste meriyetê. Navê vî şerî şerê taybet bû. Dewletê berê jî şerê taybet li Kurdistanê dida meşandin. Lê vê carê bi awayekî profesyonel xiste meriyetê. Yekeyek saziyên rêxistina gel xistin hedef. Bi taybetî tevgerên ciwan û jinan xistin hedef. Gotinên ‘Tevgera ciwanan zarokên we ji rê derdixe’ hatin belav kirin. Ji aliyê din ve hate gotin ku tevgera jinê exlaqê jinan xera dike. Tevgera azadiyê ku li ser van her du hêmanan herî zêde pêşketibû, rasterast hate hedefgirtin.

Bi lewazbûna tevgera ciwanan li taxê bûyerên tiryak û fuhuşê gelek zêde bûn. Dizî, serserîtî, çetetî, qumar, bahîs xistin nava taxên herî welatparêz ên kurdan. Bi lewazbûna tevgera jinê, hişmendiya jina azad darbe xwar. Bûyerên zewaca di temenê biçûk de, duzewacî, fuhuş û hwd zêde bûn. Dewletê bi destê çawişên pispor û polîsan têkiliya bi jinên kurd a bi rayedarên ewlehiyê re normalîze kir. Her ku civak ji rêxistinbûnê qut bû ji hişmendiya neteweyî dûr ket û sînorên bi dagirkeran re şêlû bûn. Bûyera Îpek Er û Gulîstan Doku rewşê gelek zelal radixin ber çavan. Desthilatê propagandaya ku rêxistinbûnî û eleqedariya bi polîtîkayê re zarokên wan dixe nav karê polîtîkayê de xwest gel zarokên xwe ji saziyên polîtîk dûr bixe. Çiqas hişmendiya polîtîk a têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kêm bû şerê taybet ewqasî li Kurdistanê encam girt. Malbatên ku zarokên xwe ji bûyerên siyasî dûr girtin, niha gilî û gazincan ji belavbûna tiryak û fuhuşê dikin. Behsa rizîbûna di nav civakê de dikin.

Têkçûna kurdan armanc dikin

Di pêvajoya berxwedanên xweser de û piştre gelek caran ez li Botan û deverên din ên Kurdistanê geriyam. Li malbatan ez dibûm mêvan. Min dît ku dayik û bav ji bo zarokên wan bandor nebin, di TV de qenalên çapemeniya azad venakin. Diçûm kîjan malbatê min didît di cihê qenalên çapemeniya azad de, rêzefilmên qenalên tirkan têne temaşekirin.  Li bajarên kurdan dewletê, ciwanên kurd di bodruman de dişewitandin lê hinek malbatên me ji bo zarokên wan bandor nebin, nedixwestin zarokên wan qenalên çapemeniya azad temaşe bikin. Li gorî xwe, qencî bi zarokên xwe dikirin. Nedixwestin xortên wan biçin saziyên birêxistin. Dema tu pêşiya xortan bigirî helbet ew ê biçin bi karekî din re eleqedar bibin. Dema tu xwe ji kar û barê rêxistina civakê dûr bigirî, helbet hinek hêzên din dê têkevin taxan. Civaka kurd ne civekeke ji rêzê ye. Kurd gelekî ku ji bo hebûna xwe serî li hemberî pergalê rakirin e. Lewma ji bo kurd têk biçin çi ji destê pergalê were dê bike. (Bêguman ev ji bo hemû malbatan ne derbasdar e. Yan jî dema van tiştan tînim ziman mebesta min yekeyek ne sûcdarkirina malbatan e, dixwazim bêjim ku şerê taybet li ser malbatan tesîr dikir.)

Dewletê bi hemû sazî û rayedarên xwe ev propaganda li nava civakê belav dikir. Dewletê saziyên rêxistinbûna gel hedef digirtin da ku gel xwe ji wan vekişîne. Di encama vî şerî de her çiqasî dewlet negihiştibe armanca xwe jî darbe li rêxistinbûna gel da. Ji ber lewaziya di rêxistinbûnê de rizîbûna di nav civakê de roj bi roj zêde bû û hê jî zêde dibe.

Pirsên li bersivan digerin

Pisporên civakê li ser vê rewşê zêde nasekinin. Mesela dikarin bi rihetî îstatîstîkên di nav 20 salên dawî de komî ser hev bikin. Ji van îstatîstikan bûyerên rizîbûna di nav civakê de raxin ber çavan. Li gorî îstatîstîkan bila bersiva van pirsan were dayîn.

-Di navbera salên 2003-2015’an de rêjeya bikaranîna tiryakê çawa bû û ya di navbera salên 2015-2023’ê de çawa ye?

-Di navbera salên 2003-2015’an de rêjeya pevçûna di navbera malbatan de û hejmara kuştinan çiqas e û di navbera salên 2015-2023’yan de çiqas e?

-Rêheya fuhuş, zewicandinên di temenê piçûk û zewaca dujinî de di navbera salên 2003-2015’an de çawa bû û di navbera salên 2015-2023’an de çawa bû?

-Di salên navbera 2003-2015’an de çend bûyerên tecawîz-destdirêjî rû dane û di navbera salên 2015-2023’an de çend bûyeran rû dane? (Bi taybet çend bûyer ji aliyê rayedarên dewlet û endamên ewlehiyê pêk hatine?)

-Di navbera salên 2003-2015’an de çend keç û xortan xwe kuştine û di navbera salên 2015-2023’an de çend keç û xortan xwe kuştine?

-Her wiha dikare îstastîkên bûyerên dizî, çeteyî, sextekarî û hwd jî were derxistin. Wê demê dê bi awayekî zelal were dîtin ku rêxistina di nav civakê de çiqas kêm dibe, rizîbûna civakê jî ewqas kêm dibe.

Heke bersiva van pirsan û gelek pirsên din were dayîn wê demê dê were dîtin ku dewletê çima antîpropagandaya meclîsên gel, tevgera ciwanan û tevgera jinê kiriye.

Parastina civakê rêxistinbûyîn e

Piştî berxwedanên xweseriyê meclîsên gel ên taxan belav bûn. Dewletê meclîsên gel wekî sûc nîşan dan. Lê mafê her civakê heya xwe bi rêxistin bike. Civaka bi rêxisti be qirêjî, xerabî, neheqî, sextekarî nikare bikeve nav. Lê civaka bêrêxistin di heman demê de civaka bêparastin e. Dewlet ji bo têkoşîna azadiyê lewaz bike, di serî de antî-propagandaya saziyên çand, ciwan û jinan kir. Nava van sazî û rêxistinan vala bû. Evqas gilî û gazincên ku niha di nav civakê de têne kirin, sedema wê lewazbûna van sazî û rêxistinan e. Dermanê pêşîgirtina rizîbûna civakê rêxistinbûn e. Polîtîka ne karekî xerab e. Karê herî esas ê civakê ye. Civakeke ji polîtîkayê dûr be, ji hemû belayan dûr e. “Civakên bêpolîtîka yan jî polîtîkaya wan lewaz an ji çewisandin û mêtingeriya  ji destê çîneke mêtinger û elît a navxweyî yan jî ji derve ve ji îmha û mêtingeriya desthilatê nikarin rizgar bibin. Qenciya herî mezin ku ji civakekê re were kirin, derxistina asta civaka polîtîk e. Ya hê baştir, gihiştandina demokrasiyeke bingehîn a ku siyaseta demokratîk bîst û çar seatan dixebite.” (Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan) Ji zêdebûna pirsgirêkên malbatî bigire heya zêdebûna tiryakê, zêdebûna pevçûnên ser mijarên aborî bigire heya zêdebûna fuhuşê, ji dûrketina zimanê kurdî bigire heya lewazbûna çanda kurdî eleqeya hemûyan bi asta têkoşîn û rêxistinbûnê heye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê