3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berfirehbûna qada şer

Diyar e ev proje ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê ve bi hevkariya hêzên cîhanî li Iraq û herêmê, bi taybetî li welatên Şamê(Bilad El Şam)tê bicihkirin. Piştî vê projeyê PDK’ê di siyaseta xwe ya li dijî kurdan de guhertin çêkir. Hêzên navdewletî bi hevkariya dewleta tirk, PDK û hikûmetên din ên ereb ên wekî Îmarat, Siûdî, Iraq, Qeter û Urdunê, projeyên xwe dixe meriyetê. Bi armanca proje pêk bê; bi taybetî projeya Şama nû ku El-Kazimî ji dema postê serokwezîrtiyê wergirtiye hatiye ragihandin û weke aktorê pêşeng hate danasîn.
Hêzên navdewletî di encamê de armanc dikin ku şoreşa Kurdistanê ya mezin ku PKK li tevahiya Kurdistanê û li Rojhilata Navîn rêbertiya wê dike û Neteweya Demokratîk ava dike, dixwazin pûç bikin. Piştî tecrûbeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pergala Şengalê bi ser ket, hêzên sermayedar ji vê projeya Neteweya Demokratîk tirsiyan.

Em nikarin bibêjin ku PDK’ê ji bo xizmeta doza kurd, parastina destkeftiyên kurdan a bi saya hezaran şehidan hatibû bidestxistin, biryara referandûma başûrê Kurdistanê ku di 25’ê îlona 2017’an de pêk hatibû da.

Êdî her kes vê mijarê bi awayekî zelal dizane. PDK siyaseta xwe li dijî doza kurd guhert. Tevî gefên li dijî PDK’ê yên ji ber proseya referandumê, PDK dîsa bi destê dewleta tirk siyaseta li dijî kurdan didomîne. PDK’ê ji bo gelê xwe dijminatiya siyaseta Tirkiyeyê nekir. Berovajî wê, bû parçeyeke ji siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê.

Em nikarin siyaseta Tirkiye, Amerîka û NATO li herêmê ji hev cuda bibînin, ji ber ku Tirkiye amûra cîbicîkirina projeyên NATO’yê ye. Li herêmê ji ber wê jî siyaseta dijminane ya PDK’ê di xizmeta siyaseta Amerîka û Tirkiyeyê de ye. Di serî de herdu alî li ser têkbirina rola Îranê li herêmê razî ne, yanî negihîştina Îranê ji projeyên wê yên li herêmê, “Hîlala Şîe” û Tirkiye, Amerîka û PDK’ê armancên hevbeş hene. Ango lawazkirina rola PKK’ê û têkbirina ezmûna Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriye û Şengal û bi vê yekê jî xwe bispêre PDK’ê weke nûnerê kurdan li Kurdistanê, PDK vê di xeyala xwe de dibîne.

Der barê siyaseta PDK’ê û dewleta tirk li Iraqê diyar e piştî referandumê Tirkiyeyê rasterast destwerdan li Bakur û Rojhilatê bakur kir. Li wir dest bi operasyona leşkerî li dijî kantona Efrînê û piştre jî li dijî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Her wiha bi rêya eniya Tirkmenan û PDK’ê bi destwerdanê bi destxistina Kerkûk û Mûsilê dike. Îro em dibînin ku PDK li Kerkûk û Nînovayê ti gotineke wê nîn e, ango referandum tenê ji bo xapandina gelê Kurd bû. Tirkiye di vir de ranewestiya, lê siyaseta xwe ya ji bo têkşikandina Rêveberiya Xweser li Şengalê û desteserkirina biryara siyasî û parlamentoya Iraqê bi giştî berdewam e. İsrara Barzanî li ser wergirtina postê serokkomariyê ne ji siyaseta referandumê cuda ye.

Em vegerin meydana Iraqê, PDK’ê û Koma Sunî, berî civîna yekem a parlamentoyê, nûnerê suniyên Iraqê Mihemed Helbûsî serokê niha yê parlamentoyê û Xemîs El-Xencer serdana Tirkiyeyê kirin. Bi Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Serokê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serdana Enqereyê kir û bi Erdogan re civiya. Serdanên Suniyan û Barzanî bo Tirkiyeyê ku destpêka avakirina hevpeymana “Rizgarkirina Welat” bû bi tevgera Sadrî re hate çêkirin û di encamê de bi biryara Tirkiye-Amerîka-Îsraîl desteserkirina desthilatdariyê li Iraqê, bi vê yekê rola Îranê têk bir û bi biryara dewleta nû ya Iraqê şerê PKK’ê kir. Hikûmet ku têk bir, hêzên Iraqî ji bo hilbijartina serokkomar û serokwezîr li pişt Îranê bûn, ji ber ku Îran di hevpeymaniya “Rizgarkirina Welat” de dibîne ku sunî li Iraqê vegerin ser desthilatê û bi vî awayî berjewendiyên wê jî tên hilweşandin.
Girêdayî siyaseta PDK’ê ya li gel Tirkiyeyê, motora sereke ya siyaseta dewleta Tirkiyeyê li herêmê PDK ye. Bi hevkariya herdu aliyan Tirkiyeyê deverên berfireh ji gundên sînorî dagîr kir û heta ket kûrahiya Iraqê. Tirkiye niha li navçeyên dagîrkirî yên Iraq û başûrê Kurdistanê xwe wek sultan dibîne, ji ber ku Tirkiyeyê hêzên berfireh li Kerkûk û Nînovayê hene û ji bo kontrolkirina Nînova û Kerkûkê karê xwe çalak kiriye. Di heman demê de operasyonên wê yên leşkerî ji başûrê Kurdistanê tên destpêkirin. Ev çend sal in berdewam dike ku hemû li hember berxwedana HPG têk çûn. Her çend di sala borî de ya herî dijwar bû, lê encamên li qada şer, ji her kesî re diyar bû, tevî bikaranîna her cure çekan, lê di qadên parastina rewa de nekarî bigihê armanca xwe.

Plan û komployên PDK’ê ya bi dewleta tirk re yên îsal ji aliyê KCK’ê ve hatin aşkerakirin ku Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dewleta tirk a dagirker wê êrîşî başûrê Kurdistanê bike. Bang li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, saziyên fermî û welatiyan kir ku li dijî komployên dagirkeriyê rabin. Piştî daxuyaniya KCK’ê nêzî 100 leşkerên tirk ketin devera Biradost a başûrê Kurdistanê û gefa sîxuriyê ji bo îstixbarata Tirkiyeyê li xelkê xwar, lê gundiyan daxwaza Tirkiyeyê red kir û ketina leşkerên Tirkiyeyê û seferberiya Pêşmergeyên PDK’ê li navçeyên ser bi Gerîla destpêka pilanê ye. Lê tevî van hemû amadekariyan jî planên şer ên gerîlayan ên li dijî Tirkiyeyê, polîtîkayên Tirkiye û PDK’ê hatin têkşikandin.
PDK bi rastî jî beşdarî operasyonên artêşa Tirkiyeyê li herêmê dibe, lê ev beşdarbûn heta niha bi rêya sîxurî û komkirina zanyariyan der barê gerîlayan de ji bo Tirkiyeyê bûye. Lê eger PDK bi awayekî leşkerî beşdar bibe, dê bandora wê li ser doza kurd û gelê kurd bi giştî giran be. Her wiha encamên xiyaneta Barzanî dê ne wek salên 90’î yên sedsala borî bin, dê gelek mezintir bin, ji ber wê jî PKK û hemû partiyên Kurdistanî bang li PDK’ê dikin ku dest ji van siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî doza kurd berde û rêya rast bigire, bo avakirina hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî ji bo parastina asayîşa neteweyî ya Kurdistanê.

Di encamê de projeya Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li Iraq û herêmê tê meşandin ku di destpêka vê raporê de hatiye behskirin, li rastî gelek astengiyan tê. A sereke projeya Rêveberiya Xweser e ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê tê pêkanîn. Ku ereb, kurd, suryan, asûrî û tirkmenan di dîrokê de yekem care di bin sîwanekê de tevdigerin, ev yek jî hêzên sermayedar û welatên herêmê ditirsîne.

Pêşniyar û çareseriyên ku PKK ji bo avakirina Rojhilata Navîn a nû pêşkêş dike, hêzên sermayedar, ditirsîne. Astengiya duyemîn jî Îran e ku vê projeya Amerîkayê ji bo xwe xeter dibîne. Diyar e aloziya niha ku herêm tê re derbas dibe, di şev û rojekê de ji holê ranebû, berovajî wê rewş dê xirabtir bibe û di encamê de, berfirehbûna meydana şer li Rojhilata Navîn, zêdebûna koçberî û xirabkirina rewşa aborî ye.