13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“Tabûtên bi xwîn ji girtîgehan dertên”

Malbatên girtiyên nexweş 150 roj in ji bo edelatê nobedê digrin. Malbatên girtiyên nexweş, MEBYA-DER, MED-TUHAD-FED, TUAY-DER, OHD, HDP, BDP û Komeleya Rosayê li ber deriyê Edliyê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Weke her roj polîsan tenê rê da malbatan û hevserokên saziyan ku beşdarî daxuyaniyê bibin. Ji xeynî van kesan nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ji derve hiştin.

Dayika Ciwan Boltan Nazime Boltan anî ziman ku êdî bila zarokên wan berdin û wiha got: “Em rojekê li ber deriyê girtîgehê ne ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan, rojekê li ber deriyê ATK’ê ne ku girtiyên nexweş tedawî bikin û rojekê jî li ber deriyê Edliyê ne ji bo edalet bê cih. Bila êdî zarokên me bidin me.”

Ji malbatan dayika Nuray Aba ya ku nebîyê wê Dogan Beyaz di girtîgehê de ye wiha got: “Em edaletê dixwazin. Êdî bila tiştekî bikin. Bila girtiyan berdin. Em naxwazin girtiyan li ser pişta xwe derxin.”

Tabûtên bi xwîn ji girtîgehan dertên

Keça Abdulhalim Kirtay Herdem Merwanî, Ferhan Yilmaz ê ku di Girtîgeha Silivriyê de di encama îşkence lê hatibû kirin û paşê bi mîrîtî ji girtîgehê derket bibîr xist û wiha got: “Demeke dirêj e em rewşa zindanan tînin ziman. Êdî ji zîndana tabûtên bi xwîn dertên. Ez bang li raya giştî, siyasetmendarên vî welatî û Wezîrê Dadê dikim gelo êdî em ê bi kîjan gotinan rewşa zindanan bi we bidin fêmkirin? Êdî vê rewşê bibînin. Em her roj li ser agirin. Rewşa zindanan ne başe. Lê hemû kes xwe li korî û kerîtiyê daniye. Bila zanibin ku ev şerma wan e. Eger ku ji vê şermê re çareserî nebînin wê di nava civakê de bi vê şermê werin naskirin.”

Xwişka Hamdusena Ada Reşahat Ada jî wiha hestên xwe anîn ziman :”Em dibêjin bila hinek tişt dubare nebin. Heta em sax bin em ê li ser doza zarokên xwe bibin.”

Çalakiya îro jî bi dirûşmeya” Heq, huqûq, edalet” qediya.