28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di qanûna navdewletî de komkujî çi ye?

Bi belavbûna dîmenên ji bajarê Buça yê Ukraynayê re gelek siyasetmedar û rayedarên welatên Rojava Rûsyayê bi komkujî û sûcên şer tewanbar kirin. Gelo di qanûna navdewletî de komkujî û sûcên şer ji çi re tê gotin?

Li gorî Neteweyên Yekbûyî komkujî ew kiryare, ku bi niyeta tunekirina komeke irqî an dînî tê kirin. Kiryara kuştinê ya bi niyeta ji holê rakirina bi temamî an jî beşekî ji civakekê, tê wateya komkujiyê. Her wiha ew kiryar wekî sûcê şer tê hesibandin û ji kuştina ne qanûnî ya mirovekî/ê sivîl xerabtir e. Li gorî qanûna navndewletî divê teqez bibe ku bi niyeta tunekirina komekê hatiye kirin ji bo ku navê komkujiyê lê were kirin.

Komkujiya ku naziyan di şerê cîhanê yê duyemîn de li dijî Ruandayê kir ji alî NY’yê ve wekî komkujiyan herî xiran ya sedsalê tê binavkirin.  Lewre jî Neteweyên Yekbûyî di 9’ê çileya 1948’an de ji bo pêşîgirtina li komkujiyan peymanek çêkir û ew wekî peymana yekemîn a mafê mirovan tê binavkirin.

Li gorî wê peymanê ev kiryar tev wekî komkujî û sûcên şer tên hesibandin. Ji komkujiya komî bigire heta bi kuştin, işkenceya ruhî û cesedî, ji qestî tu komekê bi şert û mercên ne baş ên aborî re rû bi rû bihêlî, zarokan bi darê zorê ji cihekî an jî komekê bibî komeke din.