13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Krîza siyasî ya Iraqê kûr dibe

Çend meh di ser hilbijartina Iraqê re derbas bûn, lê hîna jî parlamentoya Iraqê nikare serokkomarekî ji xwe re destnîşan bike. Di nava van 2 mehên dawî de 3  caran parlamentoya Iraqê civîn pêk anîn. Lê hersê civîn jî bê encam man û parlementeran nikaribû serokkomarekî destnîşan bikin.

Ji bo ku palamento bikaribe civîna xwe pêk bîne û serokkomarekî destnîşan bike divê ji 3’yan 2’yê parlamenteran di civînê de amade bin. Lê di hersê civînan de ev hejmara ku tê xwestin a palamenteran amade nebû. Bi gotineke din divê ji 329 palamenterên Iraqê 220 palamenter di civînê de amade bibin da ku bikaribin serokkomarê xwe destnîşan bikin.

Bi vê krîza siyasî re krîza aborî jî gelekî xerabtir û dijwartir bû. Lewra jî gelê Iraqê ji vê yekê bêzar e û bang li partiyên siyasî dike ku demek beriya demekê hikûmeta xwe ava bikin.

Ev aloziya siyasî ya nû li Iraqê ji ber encamên hilbijartinan derkete holê. Di encama hilbijartinên dawî de aliyên şîî yên girêdayî Îranê gelek dengên xwe winda kiribûn û êdî nikaribûn di parlamentoya nû de bibin xwedî hêz. Di van hilbijartinan de aliyê Sedir dengên herî zêde bidestxistibû lê ew jî bi serê xwe nikare hikûmeta xwe ava bike.

Li gorî çavdêrên siyasî heke ev rewşa di demeke kurt de neyê çareserkirin dibe ku dîsa gelê Iraqê hêrsa xwe nîşan bide û wekî xwepêşandanên 2019’an dîsa dakeve kolanan.