5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şande: Li girtîgehan îşkence heye

Şandeya ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat, têkildarî serdanên xwe yên li girtîgehên Wan, Îdir û Agiriyê li Baroya Wanê daxuyanî dan. Şandeya ku parlamenterên HDP’ê û Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê jî di nav de bûn, li Wanê serdana Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê kirin. Şandeyê xwest bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bike. Lê girtigehê daxwaza wan red kir.

Şande piştre ji girtîgehê derket û çû serdana Baroya Wanê. Şandeyê li baroyê civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xist û piştre çû serdana malbatên girtiyan ku 118 roj in Nobeta Edaletê digirin. Şandeyê li vir derheqê serdanên xwe yên du rojan de li gel malbatan daxuyaniyek da.

Li Panosê îşkence heye

Li ser navê şandeyê Fatma Kurtulan axivî û wiha got: “Ewil em çûn serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Piştre jî em çûn serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Me xwest bi dozgerê girtîgehê û rêveberiyê re hevdîtinê bikin lê bêyî ku sedemek bê nîşandan ev daxwaza me red kirin. Lê me li Îdirê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Li Panosê îşkence heye. Me bihîstibû ku hejmartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin û ji ber ku girtî li dijî vê sepanê derketine, îşkence lê hatiye kirin. Piştî hevdîtinên hevalên me yên parêzer, ev îdia hatin piştrastkirin. Haya me jê heye bê ka li wir çi diqewime.”

Dewletê li dijî girtiyan şer daye destpêkirin

Kurtulan anî ziman ku pirsgirêka girtîgehên Tirkiyeyê êdî veguheriye pirsgirêkeke bingehîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtî, li girtîgehan têkoşîneke mezin didin. Lê dewletê li dijî girtiyan, şer daye destpêkirin. Girtî, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin. Saziyên têkildar her çend bibêjin ku mirina li Sîlîvriyê ne ji ber îşkenceyê ye jî, bi dîmenan xuyaye bû ku ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da ye. Li deverên cuda jî îşkence tê kirin.”

Girtiyên nexweş derman nakin 

Kurtulan, daxuyand ku rewşa girtiyên nexweş hêj xerabtir e û ev agahî dan: “Girtiyên nexweş nikarin derman bibin. 604 girtiyên nexweş ên giran hene. Ew terkî mirinê hatine kirin. Hêj girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Cenazeyê Mehmet Sevînç ji Girtîgeha Manîsayê derket. Bi zanebûn terkî mirinê kirin. Berpirsyarê her mirinekê dewlet bi xwe ye. Dewlet û desthilatdarî ji her tiştekî girtiyan berpirsyar e. Em ê dev ji van tiştan bernedin. Yek bi yek em ê hesaba tevan jî ji wan bipirsin.”

Kurtulan bal kişand ser rewşa Aysel Tugluk  jî û wiha dirêj kir: “Hemû tevgerên jinan dixwazin ku Aysel Tugluk bê berdan. Lê çav û guhên xwe li vê bangê girtine. Divê Aysel Tugluk di zûtirin dem de were berdan.”

Tecrîd li her derê belav bûye

Kurtulan, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye wiha bi dawî kir: “Tecrîd, niha li her derê belav bûye. Heke Tirkiye deriyê Îmraliyê veke; di encama hevdîtinên bi birêz Ocalan re dê Tirkiye di her alî de bi ser xwe ve were. Zilma li girtîgehan tê meşandin nîşan dide bê ka Tirkiye welatekî çawa ye.”