19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhema ‘Çiyayê Girtî’

Nivîskar Îlhan Samî Çomak ku girtî ye, berhemeke helbestan a “Çiyayê Girtî” li gencîneya wêjeya kurdî zêde kir.

Piştî gelek berhan vê carê nivîskar Îlhan Samî Çomak berhemeke helbestan a bi navê Çiyayê Girtî bi zimanê kurdî nivîsî û li gencîneya wêjeya kurdî zêde kir. Ev berhem ji Weşanên Dara derçûye û cara yekemîn dê li pêşengeha pirtûkan a Amedê ku dê di 16’ê kanûnê de bê lidarxistin bê pêşberî pirtûkhezên kurdî.

Helbestkar di pirtûka xwe de 16 helbestên xwe pêşkêşî xwîneran dike. Pirtûk ji 72 rûpelan pêk tê û nivîskar Selîm Temo edîtoriya vê berhemê kiriye. Xwîner dikarin Çiyayê Girtî ji pirtûkxane û malperên pirtûkan peyde bikin.

Nivîskar Îlhan Samî Çomak di 8’ê adara 1973’yan de ji Kanîreşa Çewlikê ji dayik bûye. Çomak dema li  Zanîngeha  Stenbolê xwendekar e ji ber xebatên siyasî tê desteserkirin. Bi rojan îşkence lê tê kirin û li Dadgeha Ewlehî ya Dewletê tê darizandin û cezayê dervekirinê lê tê birîn. Piştî ku cezayê darvekirinê ji zagona Tirkiyeyê tê rakirin cezayê Çomak veguherandin cezayê muebetê û ev 29 sal in girtiye.

Nivîskar Çomak di ew salên dirêj yên zindanîbûyîna xwe de gelek berhem derxistin holê. Bi van berheman gelek xelat wergirtine ku ev in: “Xelata Sennur sezer a Ked û Berxwedanê (2019; bi geldim sana), Xelata Metîn Altiokî (2022; bi Hayattayiz Nîhayet), Xelata Taybet a Azadiya Derbirînê ya Yekitîya Nivîskaran (2022), Xelata Wezareta Rewşenbîrî ya Norwejê (2022), Xelata Taybet a Halkevleriyê (2022), û Baştirîn Nivîskarê Xwebalî yê Lîstiknûser ê Salê (Xelatên Şanoyê yên Ustun Akmenî, 2023; Xelata Yekitiya Rêxnekarên Şanoyê, 2023).

Her wiha helbestên nivîskarÇomak ji bo zimanê almanî, arnawidî, fransî, îngilizî, galî, hindî, îtalî, makedonî, norwecî, rûsî û yewnanî hatine wergerandin. Nivîskar Çomak di heman demê de endamê Rûmetê yê PEN’ên Awistirya, Galler, Îrlanda, Kurdistan, Norwec û Tirkiyê ye. Bijarteyek ji helbesên wî bi navê Seperated Form the Sun, 2022’yan de li Brîtanyayê hat çapkirin.

Berhemên wî:

Helbest: Gîtmeler Çîçek Kurusu (2004), Açik Denîz (2006), Gunaydin Yeryuzu (2011),  Kedîlerîn Yazdigi Îlahî (2014), Bîr Sabah Yurudum (2017), Yagmur derslerî (2017), Dîcle’nîn Gunlugu (2017), Geldîm Sana (2019), Hayattayiz Nîhayet (2022), Çiyayê Girtî (2023).

Jiyanname: Karinca Yuvasin Dagitmak (2021),

Lîstik:  Hayat Senî Çok Sevîyorum (2022).