6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran endamên Hemasê li Efrîn û Babê bi cih dikin

Planên tarî yên nû li ser herêmên di bin kontrola dewleta tirk dewam dikin. Bi hezaran endamên Hemasê ji Xezayê tînin û li Efrîn û Babê bi cih dikin.

Di şerê Îsraîl û Hemasê de ku 7’ê Cotmehê dest pê kir, bi hezaran kes li Xezayê hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe hatin kirin. Di çarçoveya planên tarî yên li dijî herêmê de, hêzên hegemon û çeteyên hevkarên wan ên li herêmê, li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî gel dikin qurbanî.

Bi van êrîşan awayên nû yê dagirkeriyê diceribînin. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu gotibû “Piştî şer dê li Xezayê otorîteyeke Filistînê tune be û tu deshilateke Filistînê jî lê nabe.”

li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê dewleta tirk bi hezaran malbatên endamên Hemasê ji Xezayê tîne û li herêmên wekî Efrîn, Cerablus û Babê bi cih dike. Derketibû holê ku dewleta Tirk, Qeter û Hemasê plan kirine ku 250 hezar şêniyên Xezayê li hin herêmên Bakurê Kurdistanê û herêmên Qibrisê bi cih bikin.

Endamên Hemasê bicih dikin

Ji 20’ê Cotmehê ve bi hezaran endamên Hemasê li kampên li bajarên Efrîn û El Babê hatine bicihkirin. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer ên li herêmê wergirtine; endamên Hemasê ji Xezayê dibin bajarên Kîlîs û Dîlokê û ji wir jî dibin herêmên dagirkirî.

Li gorî nûçeya ku malpera nûçeyan Lekolin.org parve kiriye, li kampa ji bo endamên Hemasê ya li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, di bin çavdêriya Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) de zêdetirî 4 hezar kon û xanî hatin avakirin. Çêkirina kampa dewam dike û ji 3 beşan pêk tê. Çeteyên Feyleq El Şam bi serkêşiya MÎT’ê kampê bi rê ve dibin.

Di 17’ê Mijdarê de zêdetirî 75 malbatên çeteyan ku di nav de gelek malbatên Hemasê jî hene, veguhastin herêmê da ku li kampên li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrînê di bin çavdêriya çeteyên El Emşat de werin bicihkirin. Bi sedan malbatên endamên Hemasê li van konan bi cih kirin.

Di 19’ê Cotmehê de di destpêka şerê Hemas û Îsraîlê de dewleta tirk bi koordîneya Kuwêt, Qeter, Îxwan Muslîmîn û Hemasê, bi dehan malbatên endamên Hemasê ji Xezayê anîn navçeya Cindirês a Efrînê. 75 malbatên Hemasê di bin çavdêriya wesayîtên zirxî yên dewleta tirk de anîn kampa Dêr Belût a Cindirêsê. Her wiha 150 kon di kampê de hatin vedan.

Di dawiya meha Mijdarê de jî li Babê bi heman rêbazê kon vedan û zêdetirî 150 malbatên Hemas lê bi cih kirin.

Fînansoriya kampê yekser ji aliyê rêxistinên paravên MÎT’ê; Destên Spî, ÎHH û her wiha El Eyş El Kerama (Komeleya Jiyana Birûmet) ya Filistînê ku MOSSAD bi rê ve dibe, tê kirin.

Ev komele li herêmên dagirkirî gelek sûcan dikin û nemaze ji bo guhertina demografiyê xebatan dikin.