3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Beşdarî danişîna Rojnameger Yilmaz bibin’

Hempîşeyên rojnameger Sedat Yilmaz bang li hemû saziyên çapemeniyê û rojnamegeran kirin û xwestin beşdarî danişîna Yilmaz bibin.

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 3’yê Gulan a Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hatibû girtin. Yilmaz zêdeyî 7 meh in li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Tîpa F a Sîncanê girtî ye. Yilmaz dê di 14’ê kanûnê de cara yekemîn li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger. Beriya danişîna Yilmaz, hempîşeyên wî yên rojnameger bang li hemû rojnamegeran kirin û xwestin beşdarî danişînê bibin. Nûçegihana JINNEWS’ê  Rozerîn Gultekîn û nûçegihanê Arti Gerçekê  Rojhat Abî, der barê girtina rojnameger Sedat Yilmaz de ji rojnameya me re axivîn.

Nûçegihanê Arti Gerçekê Rojhat Abî, diyar kir ku heta mafê rojmanegeran bê binpêkirin, ew ê li pey şopa heqîqetê bin û wiha got: “Di serîdê divê em wek rojnamegerên kurd li dîroka çapemeniyê xwedî derbikevin. Sedema her tiştên ku îro em dijîn di dîrokê de veşartiye. Qetilkirina Apê Mûsa li ber çavên me ye. Daxwaza  me ya sereke ew e ku hemû kes beşdarî vê danişînê bibin. Ji ber ku hemû bi awayekî bê hiqûqî têne darizandin. Em dixwazin hemû têkoşerên azadiyê û mafê mirovan li vê hiqûqê û edaletê xwedî derkevin.”

Pêdivî bi bertekan heye

Rojhat Abî, bal kişand ser zextên ku li rojnamegeran tên kirin û axaftina xwe bi dawî kir: “Divê hemû rojnamegerên kurd li dijî girtin û zextên li dijî çapameniya azad bibin yek. Em hemû dizanin ku ev  darizandin li dijî çapamenîya azad e. Em dixwazin hemû hevalên me yên rojnameger bigihêjin azadiya xwe.”

Rastiya heqîqetê

Nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn jî anî ziman ku dê kevneşopiya çapemeniya azad û heqîqetê bidomînin û wiha bang kir: “Rojnamegerên kurd ji ber şopandina heqîqetê bi salan e bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin. Dewlet bi polîtîkayên îmha û komkujiyê dixwaze çapemeniya azad bêdeng bike. Pergal hewl dide pêşiyê li rastiya heqîqetê bigire. Li dijî van zextan bi salan e kevneşopiya ku ji Gurbetelli Ersoz û Apê Mûsa maye, hê jî li ber xwe dide. Em ê jî vê kevneşopiya rojnamegeriyê zindî bihêlin. Çareserî di heqîqetê de ye. Daxwaza me ew e ku hemû hevalên me yên rojnameger bigihêjin azadiya xwe. Em bang li hemû mafparêz û demokratan dikin ku beşdarî danişînê bibin.”