4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berjewendiyên xwe xist pêşiya pêwîstiyên civakê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Piştî erdhejê derket holê ku desthilata AKP-MHP’ê ya ku li ser rant, talan, şer û gendeliyê hatiye avakirin nikare ji pêdiviyên bingehîn ên civakê re bibe bersiv. Vê desthilata ku xwe li ser têgeha yek-perestiyê ava kiriye û xwe dispêre dewletê, hemû nirxên civakê ji holê rakiriye. Ji ber vê dûrketina ji nirxan êdî bêyî ku veşêrin dest davêjin mal, milk û zarokên gel.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku îro li Tirkiyeyê xwe bi riya cemaet, weqf, sazî û rêxistinên olî di nava civakê de bi rêxistin dike, ji bo berdewamkirina xwe hemû derfetên saziyên fermî pêşkeşî van rêxistinan dike. Ji bo di vê mijarê de bigihîje armanca xwe jî, gelek caran em bûn şahidên pêkanînên derqanûnî. Desthilata ku her dem li gorî berjewendiyên xwe yasa û qanûnan bi  kar tîne, di vê pêvajoya ku bi erdhejê re êşa gel pir giran bûye de dîsa serî li qirêjiyê da.

Bêyî ku bi hawara gel ve biçe, birînê civakê derman bike, destê alîkariyê dirêjî maxdûrên erdhejê bike serî li Rewşa Awarte da. Bê gûman ev biryar ne biryareke wisa ji rêze û li gorî pêwîstiyên civakê bû. Bi vê biryarê re di gava ewil de derket holê ku desthilata AKP-MHP’ê wê li herêmê di nava qirêjiyeke mezin de bin. Ji bo gendelî, talan û qirêjiya ku wê li herêmê bikin nekeve bin qeydê û bikaribin bi hêsana diziyê bikin ji xwe re mecal ava kirin.

Jixwe tê zanîn ku piştî erdhej rû da û şûn de bi çend rojan encax Erdogan û şirîkê wî yê biçûk hatin dîtin. Diyar e bi erdhejê re ketine nava plangeriya ku wê karesatê çawa li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Jixwe piştî wê roj bi roj nexşeriya ku ji bo xwe plan kiribûn yek bi yek pêk anîn. Di çarçoveya têgihêştinê de li gelek deveran dest danîn ser mal û milkên gel. Li gelek herêman nehiştin gel piştevaniyê bide mexdûrên erdhejê û li gelek cihan jî alîkariya ku ji bo mexdûran dihate şandin desteser kirin. Bê gûman ev gavên ewil ên vê planê bûn.

Di gava duyem de jî hemû saziyên fermî xistin xizmeta vê planê û hewldan piştevaniya ku ji bo herêma erdhejê tê kirin kontrol bike. Li gel vê, sazî û rêxistinên girêdayî xwe jî sewqî herêmê kirin. Ji bo van saziyan jî erkên stratejîk hatin dayîn. Hin sazî di bin navê alîkariyê de zor li gelên herêmê kirin û wan neçarî koçberiyê dikin. Bi vê re hewldanên dewleta tirk ên ku bi dehan salan e nikare vê herêmê ji şêniyên wê yên resen xalî bike, pêk bîne û herêmê bi temamî vala bike, bê kurd û elewî bihele. Li gel vê dest avêt zarokan jî. Desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê di bin navê alîkariyê de hêjmareke zêde zarok ji malbatên wan qut kirin û teslîmî cemaetan kirin. Li gorî hin agahiyan tê gotin ku li navçeya Semsûrê Menzîlê nêzî hezar zarokî teslîmî tarîqatan hatiye kirin. Li gel vê aqûbeta bi hezaran zarokî jî nayê zanîn. Diyar e planên berfireh li ser zarok, şênî û qedera herêmê hatine kirin. Lê li dijî van planan yektîtiya gel girîng e.

Bê gûman vê erdheja biêş careke din girîngiya rêvebiriyên herêmî derxist holê. Ger li herêmê pergaleke xurt a rêvebiriyên herêmî hebûya, ez di wê baweriyê de me ku wê encamên erdhejê wisa giran nebûna. Ji ber ku nebûn ango lewazbûna rêveberiyên herêmî gel bi tenê û ji qedera xwe re hate hiştin. Di vê demsala zivistana sar û seqem de alîkariya mirovî ku di van rojên wisa giran de pêdiviyên jiyanî dereng gihiştin gel. Gelek cihan jî hîn alîkarî neçûye û gel di şertên herî zehmet de têkoşîna jiyanê dide.

Lê berpirsê vê kî ye? Bê gûman berpirsê yekem ê vê rewşa giran desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye. Gotina, “Gotina erdhej nakuje, bê tedbîrî û îhmal dikuje” tespîteke li gorî karekterê desthilata AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku vê desthilata ku li ser talan, dizî, gendelî û şer hatiye avakirin dîsa berjewendiyên xwe xist pêşiya pêwîstiyên civakê. Desthilata ku xwe di ser gel û civakê re dibîne bû sedem di nava civakê û gelan de piştevanî kêm bibe. Ji ber gelên Tirkiyeyê êdî karekterê vê desthilata faşîst nas dikin ji wê bawer nakin. Lewma desthilata ku dizane gel ji wê dûr ketiye hewl dide bi darê zorê ango bi biryarên mîna Rewşa Awarte hebûna xwe li ser îradeya gelan ferz bike. Wisa diyar e ku wê erdhej bandoreke mezin li siyasetê Tirkiyeyê jî bike.