6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhejê dîrok û çand jî kir kavil

Li deh bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên bûne mexdûrên erdhejê xisareke mezin li avahiyên dîrokî û çandî bû ku bi sedan salan li ser piyan bûn, cih bi cih derb xwaribin jî heyîna xwe heta îro parastibûn, ji erdhejan xisareke mezin nedîtibûn.

Di erdheja 6’ê sibatê de ji bilî mirî û birîndarên bi deh hezaran çêbûn; bajar, navçe, gund û gundik an bi erdê ve bûn yek, bûn kavil û xirabe yan jî gelek cihên wan xisarên mezin dît. Ev aliyê erdhejê yê madî û fizîkî bû. Lê li aliyê din jî erdhejê xisareke mezin li avahiyên dîrokî û çandî kir ku ev aliyê wê yê manewî û çandî bû. Li 11 bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yên bûne mexdûrên erdhejê xisareke mezin li avahiyên dîrokî û çandî bû ku bi sedan salan li ser piyan bûn, cih bi cih derb xwaribin jî heyîna xwe heta îro parastibûn, ji erdhejan xisareke mezin nedîtibûn. Ev rastî jî meziniya xisara windahiya mirovî, fizîkî, dîrokî û çandî ya vê erdhejê radixe ber çavan û bi xwe re dîrokek û çandek jî di bin kavilan de hişt.

Avahiyên dîrokî û çandî yên xisarên gelek mezin dîtibûn ev bûn:

Mizgefta Ûlû ya Antakyayê:

Li Hatayê li gorî avahîsaziya Selçûkan hatibû çêkirin.  Tê texmînkirin ku di sedsala 16’an de Memlûkan çêkiriye. Mizgefta Hatayê ya herî kevn û mezin bû. Di erdhejê de ji binî ve hiweşiya.

Dêrên Ortodoks Rûm ên Qencên Petrûs ve Paûlûs ên Antakyayê:

Avahiya dêrê weke textîn hatibû avakirin. Di erdheja sala 1982’yan de şewitî. Di cihê wê de avahiyeke bi mînaka kevirên verojî yên avahîsaziya Bîzansan hatibû avakirin. Bi vê erdhejê ew jî bi erdê re bû yek û bû xirbe.

Keleha Darb-i Sak:

Keleha Darb-i Sak,  beriya mîladê di sala 333’yan de şahînşahê pers Darîûs berî şerê Îsosê li hember Îskender’ê mezin ava kiribû. Silêman Şahê siltanê selçûkî di sala 1084’an de dagir kiribû.  Ew keleh jî bi erhejê re, bi erdê re bû yek.

Mizgefta Ûlû ya Semsûrê:

Ev mizgeft di navenda Semsûrê  ye di salên 1505-1515’an de ji aliyê serkirdeyê Dulkadîrliyan Bûrak hatibû çêkirin. Di vê erdhejê de nikaribû li ser piyan bimîne û rûxiya.

Mizgefta Sari Selîm a Hatayê:

Di sala1574’an de Mehmet Paşayê Sokolî bi destê Mîmar Sînan dabû çêkirin. Ev mizgeft di vê erdhejê de rûxiya.

Avahiya Meclisa Hatayê:

Avahî di qada ku weke Koprûbaşi tê zanîn di sala 1927’an de avahîsazê fransî Leon Benjû çêkiriye. Weke avahiya parlementoya bajarê Hatayê ya beriya îlhaqa Tirkiyê bû.  Avahî piştî erdhejê bi erdê ve bû yek.

Mizgefta Kûrtûlûş a Dîlokê:

Di sala 1892’yan de weke Dêra Valîde Meryemê (St. Mary) hatiye avakirin. Weke dêr û zindan jî hatiye bikaranîn û piştre vegûhestine mizgeftê. Minareyên paşê pêve hatibûn danîn û qûbeya wê xira bû.

Mizgefta Ûlû ya Mereşê:

Li gorî belgeyên waqfan ji aliyê hikumdarê Silêmanê mîrnîşîna Dûlkadîrogûlari ve di sala 1442-1454’an de hatiye çêkirin. Di erdeja dawî de xisar dît û aliyekî mezin ê minareya wê hilweşiya.

Sûrên Amedê:

Dîroka Sûrên Amedê xwe berdide heta 5 hezar salan. 5-6 kîlometre dirêjahiya wê heye. Karesateke mezin di sala 2015- 16’an de ji aliyê hikumeta AKP’ê tevî şeniyên xwe kelehê gelek xisar dîtibû. Piştî erdhejê beşeke keleha Amedê hilweşiya.

Mizgefta Sarimiyeyê:

Mizgefta Sarimiyeyê ya ku sedsala 16’an de hatibû çêkirin, di erdhejê de bû xirabe. Kolana Kûrtûlûş (Herod) a li rûyê dinyayê kolana ku pêşîn hatibû ronîkirin bû. Erdhejê avahiyên li ser wê kolanê xisar dîtin.

Dêra Protestan a Antakyayê

Dêra Protestan a Antakyayê di heyama rêvebiriya fransiyan de weke balyoz û banka fransî xizmet dida di erdhejê de hilweşiya.

 Koleja Ata ya Antakyayê:

Di sala 1902’yan de  ji aliyê wekîlê Sûriyeyê Bereketzade Rifat Axa hat çêkirin. Kevir û avakarên wê ji Helebê anîbûn. Piştî mirina Rifat Axa di sala 1907’an de bi nexweşiya kolerayê, di sala 1909’an de teqez bû. Di erdhejê de xisareke mezin dît.

Mizgefta Habîb-i Necar

Mizgeft di sala 638’an de Antakya kete destê erebên misilman hate avakirin. Di vê erdhejê de xisareke giran dît. Ji bilî van, avahiyên xisarên biçûk dîtine jî gelek in. Ji van Keleha Kolikê, Mizgefta Habîb-î Necar, Keleha Dîlokê, Malên Dîrokî yên Dîlokê, Bayazxana Dîlokê, Kumulusa Karakûş a Semsûrê,  Mizgefta Ûlû ya Rihayê, Mizgefta Dergah a Rihayê, Dêra Katolîk a Latîn a Îskenderûnê, Çarsiya Dirêj a Hatayê, Mizgefta Sutlûmînare (Çermîk)  a Meletiyê, Mizgefta Envar-ûl Hamîd, Mizgefta Teze ya Meletiyê, Qehwexaneya Afan a Dîrokî xisarên mezin û piçûk ên erdehejê re rû bi rû man.