6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sofî û pira Nametiyê

Sofiyekî dest ji mala xwe û zarokê xwe berdabû û bûbû mirîdê şêx. Bi mehan nediçû malê. Ê yekî jê re got sofî te mala xwe û zarokên xwe berdayîe, tu hatîyî xizmeta şêx dikî, ma zarokê te ne guneh in. Sofî got: Ma wê zarokê min, min bibin cinetê. Wele ez dest ji xizmeta şêxê xwe bernadim. Piştî demekê sofî dixwaze ji gund biçe bajêr, li hêviya wesayitekê ye ku pê re here bajêr. Ji dûr ve dibîne ku wa ye otombîla şêx ji wê ve tê.

Dibêje weyla ez qurbana şêxê xwe bim, va ye bi hewara min ve hat. Otombîla şêx nêzî wî dibe sofî destê xwe lê hildide lê Şêx weke birqê di ber de derbas dibe bêyî ku lê bisekine. Sofî aciz dibe û hema ji wir berê xwe dide mala xwe û riyûyê xwe jî dide ber gûzanê, jê dike.

Piştî demekê sofiyekî hevalê wî jê re dibêje, sofî çi bela te ye tu ji rê derketiyî, te rûyê xwe kur kiriye û tu nema tê mala şêx. Sofî aqilê xwe bide serê xwe ji bo axreta xwe bixebite û were xizmeta şêx bike. Sofî tu yê sibe poşman bibî û kesek ji bilî şêxê me bi kêrî me nayê. wê şêxê me riya cinetê ji me re hesan bike. Sofî tu zanî pira selatê ji mû ziravtir û ji gûzanê tûjtir e.

Sofiyê ku ji Şêx aciz bûye ji ber ew li wesayita xwe siwar nekiriye wiha dibêje: Min digot şêxê min taca serê min e. Min digot qey wê şêx min di ser pira selatê re derbas bike lê wî ez di ser pira gundê Nametiyê re derbas nekirim. Bi erebeya xwe wekî birqê di ber min de derbas bû û kumê serê min firiya di pira Nametiyê re wer bû. Şêxê min ez bê hêvî kirim û li ser pira gundê me bi kêrî min nehat îca wê çawa li ber pira selatê bi kêrî min were.

Îca ev jî meseleya mirîd û alîgirên AKP’ê ye ku digotin ji ber AKP misilman e û bi edalet tevdigere em dengê xwe didin wê. Lê di vê erdhejê de dîsa rûyê qirêj ê vê desthilatê ji her kesî re aşkera bû. Weke wî sofî li wan hatiye. Wan hêvî dikir ku dê ev desthilatî wan li dinya û axretê xilas bike. Lê desthilatdariyê ew bi rojan di binê kavilên avahiyan de hiştin. Ew tî û birçî li kolanan hiştin. Bi ser de jî astengî li pêşiya alîkariyên ku aliyên din jî dikirin derxist. Pêşiya karwanê alîkariyan digirt û herî dawî jî qeyûm danîn ser kordînasyona alîkariyê ya HDP û saziyên rêxistinên sivîl ên ku alîkarî berhev kiribûn. Ev desthilata ku herî zêde diz û rantxur zengîn kirin rê li ber karesateke mezin vekir.

Lê hîna jî hin sofiyên wan ên ehmeq hene ku bi koranî parastina vê desthilatê dikin. Doh di otobusê de nîqaşek germ ser encamên erdhejê hebû. Mirovekî navserê û ser bi kumik ev felaketa ku erdhejê bi xwe re aniye bi kiryarên mirovan ve girê da û got ma wê çawa xwedê me ceza neke. Xelk dûr ola bavê xwe ketine. Mirovekî din lê vegerand û got xalo wele avahiyên ku tekûz hatine çêkirin neketin lê yên ku bi sextekarî hatine avakirin ew hilweşiyan. Mirovekî din got ev desthilat karê berevajî dike, ev mînak da û got: Saziya AFAD’ê beriya çend rojan hişyarî da û got dibe ku ava deryayê derdora 50 santîmetreyê bilind bibe. Lê wê saziyê bi xwe li Iskenderûnê bajarekî ji konan li kêleka peravên deryayê ava kir.

Mirovê kumik reş di cih de bersiva wî da û got tu dibêjî kon li ber deryayê danîne, ma belkî cihek din tune bû ku konan li wir deynin. De were îca vî kerî di vî cuherî re derbas bike. Hîna jî hinek kes weke mirîd û sofiyan tevdigerin û hişê wan nehatiye serê wan. Li şûna ku hişê xwe bidin serê xwe û hesab ji vê desthilatê bixwazin li şûna wan behaneyên vala û bêbingeh ji hemû kiryarên wan re dibînin.