17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talabanî banga pêkanîna aştiya di navbera PKK’ê û Tirkiyê de li PDK’ê kir

Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî, bertek nîşanî sekna PDK’ê ya li dijî kurdan da û bang lê kir ku bi hevre alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin û di navbera PKK’ê Tirkiyeyê de aştiyê pêk bînin.

Duh li bajarê Hewlerê yê Herêma Kurdistanê panelek hat lidarxistin. Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî, tev li vê panelê bû û der barê geşedanên li Herêma Kurdistanê û Iraqê de daxuyaniyên balkêş da. Talabanî, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku li kurdan tên kirin û pirsgirêkên kurd bi wan re rû bi rû ne.

Talebanî, qala êrîşên ku li rojavayê Kurdistanê tên kirin kir û der barê mijarê de wiha axivî: “Bila PDK were li gel me em pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin. Bila were em çawa dikarin alîkariya birayên xwe yên li rojavayê Kurdistanê bikin ku her roj di bin zext û bombebaranê de ne. Werin em çareserî ji van pirsgirêkan re bibînin.”

Bakurê Kurdistanê

Di berdewama axaftina xwe de Talebanî, bal kişand ser pirsgirêkên ku li bakurê Kurdistanê kurd bi wan re rû bi rû ne û der barê vê mijarê de jî ev bang li PDK’ê kir: “Werin em aştiyê di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de pêk bînin. Çima Mam Celal karî vê yekê bike, em nikarin bikin. Werin em rewşa herêma xwe aram bikin. Werin li şûna em alên partiyan hilgirin, em ala kurdayetiyê hilgirin. Em bi hev re dikarin van tiştan bikin.”

‘Bexda ji lihevkirinê re amade ye’

Di dawiya axaftina xwe de Talabanî, li ser pirsgirêkên di navbera wan û Bexdayê de rawestiya û ev tişt got: “Bexda amade ye li gel me li hev bike, ew dibêjin em ê erkên xwe bi cih bînin û hûn jî erkên xwe bi cih bînin.”