21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya konferansa ‘Azadî ji bo Ocalan’

Encamnameya ‘Konnferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ ku li  Afrîkaya  Başûr hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Konferansê, daxwaza berdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan kir.

Di navbera 28’ê sibatê û 1’ê adarê de li Afrîkaya Başûr ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi navê “Azadî ji Abdûllah Ocalan re, Aştî û Aramî ji Cîhanê re” konferansek hat lidarxistin. Kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela têkoşiyane, her wiha parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de li ser paradîgmaya Ocalan hat rawestandin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî gelek nîqaş û nirxandin hatin kirin.

Di roja dawîn a konferansê de encamnameya konferansê hat weşandin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û wiha hat gotin: ‘’Şertên girtinê yên heyî yên li Tirkiyeyê, ji ber ku li dijî Rêgezên Standard ên Kêmtirîn ên Têkildarê Pêkanîna Berpêyî Girtiyan Neteweyên Yekbûyî (Rêgezên Nelson Mandela) ne, em bang li hikumeta tirk dikin ku demildest dîtina Rêzdar Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbat wî re hêsan bike.

Banga li ANC’ê

Di encamnameyê de îşaret pê hat kirin ku berdana Abdûllah Ocalan, ji bo pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, gelek girîng e û ji hikûmeta tirk hat xwestin ku demildest Ocalan û hemû girtiyên din berde. Di encameyê de her wiha bang li hikumeta Başûrê Afrîkayê, ANC a deshilatdar û rêxistinên siyasî û pêşverû hat kirin ku di têkoşîna ji bo azadî, rûmet, demokrasî û mafên mirovan de bibin piştgirên doza gelê Kurd.

Rojava

Her wiha di konferansê de ji bo rojavayê Kurdistanê jî bang li Hikumeta Başûrê Afrîkayê, SACP, COSATU û hemû pêkhateyên civakî û siyasî hat kirin ku zextan li hikumeta Sûriyeyê bike da ku bi gelê kurd re dest bi hevdîtinan bike.

Başûr

Li aliyê din di encamnameya konferansê de behsa êrîşên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê jî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: “Em bang li hemû rêxistinên piştevan û hikumeta Başûrê Afrîkayê dikin ku zextan di hikûmeta Tirk re rabikin da ku dev ji êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma kurdan a li bakurê Iraqê berde, jiyana sivîlan nexe rîskê û li van herêman baregeh û qereqolan ava neke.”