spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser a Şengalê banga helwestê li hikûmeta Iraqê kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî şervanên YBŞ’ê da û li dijî êrîşên Tirkiyeyê banga helwestê li hikûmeta Iraqê kir.

Di van rojên ku herkes erdhejên li bakurê Kurdistanê pêk hatin û encamên wan ên giran diaxive de Tirkiye dest ji dijminahiya xwe ya li dijî kurdan û destkeftiyên wan bernade. Di vê çarçoveyê de di rojên dawîn de hem li rojavayê Kurdistanê hem jî li başurê Kurdistanê û Şengalê hêzên kurd dike hedef û êrîşên hewayî pêk tîne. Herî dawî du caran êrîşên Şengalê kir û di encama êrîşan de fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Pîr Çeko û Agir Cefrî, endamê rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da. Rêveberiyê, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya di êrîşên li ser Şengalê de û li dijî van êrîşan banga hewlestê li Hikûmeta Iraqê kir û ev tişt got: “Hêviyek me ji hikûmeta Sûdanî hebû ku peymana 9’ê Cotmehê betal bike û rê li êrîşên dewleta Tirk bigire. Lê bêdengiya li beramber êrîşan gelek pirs û fikar li gel me çêdike. Eger naxwazin bibin hevkarê van êrîşên qirkirina Êzîdiyan dive berpirsyariyên xwe yên li beramber Şengalê bicîh bîne.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi tevahî wiha ye:

“Di nav çend rojên dawî de weke berdewama fermana li ser civaka Êzidî, êrîşên giran li ser Şengala pîroz çêbûn. Di 27’ê Sibatê de fermandarên me yên hêja Pîr Çeko û Agir Cefrî di êrîşa dewleta tirk a dagirker de şehîd ketin. Hê konê sersaxiyê yê van pêşengên qehreman nehatibû rakirin, doh jî ji rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê, parêzvanê axa pîroz a Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim li navenda Şengalê di êrîşekî bêbext de şehîd ket. Beriya her tiştî em ji malbatên her 3 şehîdên xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Ew di rêya pîroz a Ezdatiyê de, di rêya Tawîsê Melek de şehîd ketin.

Êrîş ji bo temamkirina fermanê ye

Ev êrîşên dawî yên li ser civaka me û axa me ya pîroz ne êrîşên ji rêzê ne, êrîşên temamkirina fermana li ser serê me ye. Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şerzad Şemo fermandarên hêzên me yên parastinê bûn, ji fermana 2014’an heya niha axa me, civaka me, bîr û baweriya me diparastin. Em wateya van êrîşan baş fam dikin, dijminên Ezdatiyê dixwazin Êzidî û Ezdayetî bê mertal, bê parastin, bê keleh bihêlin da ku karibin qirkirina me temam bikin. Ji roja ku avabûne heya roja me ya îro, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bûne kelemê çavê dijmin, bûne şûrekî û li ser dilê dijmin ketine. Ji ber vê heqîqetê, êrîşên li ser fermandarên me yên qehreman, êrîşên li ser hebûna me ye. Em van êrîşan wisa dibinin, wisa dinirxînin.

Plan û siyaseteke nû ya qirêj li ser Şengalê ketiye meriyetê

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin ku ev pêla dawî ya êrîşan destpêka merheleyeke nû ya siyaseta qirkirina civaka Êzidî ye. Em dibînin ku pîlan û siyaseteke nû ya qirêj li ser Şengalê ketiye meriyetê. Ji ber vê heqîqetê, em jî vê rewşa nû bi berfirehî dinirxînin da ku karibin tedbîrên pêwîst bigirin û bersiva hemû êrîşan bidin. Lazim e hemû sazî û dezgehên me, civaka me, dost û xwêrxwazên me zanibin ku em bi rewşeke nû re rû bi rû ne.

Piştî ku li Iraqê hikumeta nû ava bû, em di nav wê hêvî û bendewariyê de bûn ku em ê di vê serdema nû de karibin bi hikumeta Sûdanî re pirsgirêkên Şengalê çareser bikin, yekîtiya Iraqê xurt bikin û bi hev re rê li ber siyaseta Osmaniya Nû ya dewleta Tirk bigirin. Bi vê hêvî û daxwazê hin hevdîtin jî bi hikumeta nû û aliyên siyasî yên Iraqê re çêbûn. Me bawer kir ku zemîna çareseriya pirsgirêkên Şengalê ava dibe, hikumeta nû hewl dide xwe ji siyaseta hikumeta Kazimî dûr bixîne.

Bêdengiya hikûmeta Iraqê cihê pirs û gumanan e

Lê bêdengiya hikumetê û aliyên siyasî yên Iraqê ya li dijî êrîşên li ser Şengalê, li şûna hêvî û bendewariyê pirs û gumanan bi me re çêdike. Rast e, êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê çêdibin lê ev êrîş li dijî axa Iraqê têne kirin û ti helwest an jî biryarek hikumetê û saziyên dewleta Iraqê nîne. Her wiha em dibînin ku hewldana pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê bi rê û rêbazên cûda berdewam dike. Ji xwe PDK’ê dest ji her tiştî berdaye 24 saet ji bo pêkanîna vê peymana bêbext bi herkesî re bî û bazarê dike. Lê em dixwazin ji hikumeta Sûdanî pirs bikin, hûn çima eşkere nakin ku we Peymana 9’ê Cotmehê betal kiriye? Ev peyman ji dema hikumeta Kazimî maye û hikumeta nû hemû peymanên dema Kazimî red dike, heya niha gelek biryarên dema Kazimî tine hesibandiye lê çima ev peyman heya niha nehatiye betalkirin?

Êrîş ji bo hilweşandinê ye

Em dibînin ku ev êrîşên dawî yên li ser Şengalê ji bo pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê têne kirin. Hikumeta Iraqê jî bi bêdengiya xwe dibe hevkarê van êrîşan. Em baş dibînin ku siyaseteke nû di meriyetê de ye ku hewl didin hêzên me yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê hilweşînin. Ne tenê bi şehîdxistina fermandarên pêşeng, bi rê û rêbazên cûda jî hewldana hilweşandina hêza parastinê ya civaka me berdewam dike. Em weke îradeya civaka xwe ya Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê hemû hevdîtinên vekirî an jî veşartî yên li ser Şengalê ji nêz ve dişopînin. Em dibînin ku pêleke nû ya êrîşan heye, dixwaze hêzên me yên parastinê û pergala xweseriyê hilweşîne.

Hebûna Rêveberiya Xweser xurtbûna Iraqê ye

Ev hewldan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ne tenê ji bo Şengalê xeterî ye, tevlihevkirina Şengalê di rastiya xwe de tevlihevkirina Iraqê ye. Em weke rêveberiya Xweser a Şengalê ji hemû aliyan zêdetir dixwazin ku aramî û ewlehiya Iraqê ava bibe. Lê em dixwazin vê tiştê jî bêjin, aramiya Şengalê û Iraqê girêdayî hev in. Eger Şengal aram û ewle be wê ewlehiya Iraqê xurt bibe. Hemû raya giştî û bi taybet dewleta Iraqê baş dizane ku piştî şikestina DAIŞ’ê ev 8 sal in li Iraqê cihê herî ewle û aram Şengal e. Lê niha dewleta tirk û PDK dixwazin vê jiyana ewle xira bikin, zemîna şer û pevçûnan ava bikin. Lazim e beriya her kesî hikumeta Iraqê, saziyên dewletê li dijî vê siyasetê derkevin. Em pir vekirî û zelal dibêjin ku hebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, hebûna hêzên parastinê yên Şengalê yekîtîya Iraqê xurt dike, ewlehiya Iraqê xurt dike. Ji ber vê rastiyê, lazim e hikumeta Iraqê hemû êrîşên li ser Şengalê weke êrîşên li ser Bexdayê hesab bike û bi tundî li dijî van êrîşan bisekine. Em li benda vê biryar û helwesta hikumeta Iraqê ne lê eger bêdengiya Iraqê berdewam bike ewê were wê wateyê ku rê li ber van êrîşan tê vekirin û bi vî awayî hikumeta Iraqê jî dibe hevkarê êrîşên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî.

Êrîş li dijî vegera koçberan e

Weke raya giştî ji dizane di demên dawî de civaka Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê ref bi ref vedigere ser axa xwe ya pîroz. Her wiha ji nû ve avakirina Şengalê di rojevê de ye. Ev êrîşên dawî di heman demê de li dijî veger û avedaniya Şengalê ye. Dewleta Tirk û PDK dixwazin rê li ber vegerê bigirin û eger karibin civaka Êzidî ji Şengalê bidin koçberkirin. Lazim e hikumeta Iraqê vê siyasetê jî bibîne û rê li ber bigire.

Li dora sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bibin tifaq

Em her wiha bang li hemû civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê dikin ku li dora sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi taybet jî li dora hêzên xwe yên parastinê bibin yek, tifaq û yekîtîya xwe ji her demê zêdetir xurt bikin. Ev êrîşên li dijî fermandar û pêşengên me, êrîşên li ser hebûna me ya azad e. Me bi saya serê cangoriyên Şengalê xwe gihand van rojan, saziyên xwe ava kirin , me bi serbilindî li hemû cîhanê deng veda. Me qeyd û bendên koletî û xulamtiyê şikandin, me rê li ber jiyaneke azad vekir. Niha car din dixwazin bi van êrîşan îradeya me ya azad bişkînin, me bikin kole û xulamên xwe. Lazim e bersiva gelê me li dijî van êrîşan layiqî şehîdan be.

Şengal emanetê şehîdan e

Bi sedan şehîd Şengal emanetê me kirin. Roj ew roj e ku em ji her demî zêdetir xwedî li vê emanetê derkevin. Em bi hêza gelê xwe, bi hêza jin û ciwanên Êzidî bawer in. Me karî hovên DAIŞ’ê bişkînin. Fermandarê mezin Pîr Çeko heya Reqayê da pey wan çeteyên hov. Em ê îro jî bi vê rihê li ber dijminên Ezdatiyê bisekinin. Di rojên herî teng û bê derfet de me karî em DAIŞ bişkînin, îro hêza me, derfet û îmkanên me ji her demê zêdetir e ku em rê li ber fermanên nû bigirin, pişta dijminên xwe bişkînin.

Beriya her tiştî em rê nedin xayîn û xwefiroşan

Ji bo vê jî, beriya her tiştî lazim e em rê nedin xayîn û xwefiroş xwe nêzî Şengalê bikin. Weke civaka me bi sedan caran gotiye ‘Cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne’.  Me li hemberî dijminên kokê jî dest bi têkoşîneke xurt kiriye, her kî bûye kurmê darê em ê wî derxin holê û hesabê jê bixwazin. Lazim e gelê me jî ji her demê zêdetir li dijî dijminên kokê derkeve, wan di nav xwe de nehewîne û hesabê ji wan bixwaze.

Hêzên ku qirkirinê nas kirine divê li ber êrîşan rabin

Em her wiha bang li hêzên navneteweyî jî dikin ku rê li ber êrîşên qirkirinê yên li ser civaka Êzidî bigirin. Bi taybet dewletên ku fermana 2014’an weke Jenosîd nas kirine pêwîst e li dijî van êrîşan xwedî helwest bin. Naskirina fermanê weke jenosîd beguman girîng e lê îro roj hewldanên fermanên nû li ser civaka Êzidî heye, pêwîst e hêzên navneteweyî vê rastiyê bibînin û eger jidil bin, hewl bidin rê li ber êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê bigirin. Em bang li hemû hêzên azadî û demokrasiyê, mirovahiya bi rûmet jî dikin ku berê xwe bidin Şengalê, hevgirtina xwe ya bi Şengalê re xurt bikin.

Di dawiyê de em dixwazin bêjin ku hêza esas a ku wê rê li ber êrîşên qirkirinê bigire hêza gel e. Pêwîst e em ji hêza xwe ya parastinê, hêza xwe ya rêveberiyê, hêza xwe ya jin û ciwanan bawer bin. Êrîş çiqas giran dibe bila bibe, em dikarin bi rêxistinî rê li ber van êrîşan bigirin. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê car din ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku, ji bo xewn û xeyalên Mam Zekî, Mam Beşîr, Zerdeşt, Dijwar, Azad, Pîr Çeko, Agir û Şêrzadan pêk bînin, çi bedel ji me were xwestin emê bidin. Rêya me ne rêya vegerê ye, em ê di vê rêya pîroz de heya dawiyê bimeşin, Şengala Xweser û Azad pêk bînin.”