2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başaran: Em ê  di 8’ê Adarê de hesabê wêrankariya îktidarê bipirsin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaranê diyar kir ku ew ê her bi jinên mexdûrên erdhej re di nava piştevaniyê de bin û ew ê di 8’ê Adarê de hesabê hilweşînê ji îktidarê bixwazin.

Jin wê îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li şûna coş û kêfxweşiyê de dê bi jinên mexdûrên erdhejê re di nava piştevaniyê de bin.

Wê jin îsal jî wek her sal li ber kuştin, tundî, şer û talanê rabin. Her wiha wê îsal di rojeva jinan de ranta erdhejê ku bû sedemê mirina bi hezaran kesan, jî heye.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dalêaxaftina Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran a der barê 8’ê Adarê de ragihand.

Başaran bi bîr xist ku di erdhejan de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û hê jî tê gotin mirov di bin kavilan de hene û 8’ê Adara îsal dê ji bo piştevaniya bi jinên mexdûrên erdhejê re li dar bixin. Başaran destnîşan kir ku di plansaziya 8’ê Adara îsal de dê binpêkirinên pergalê teşhîr bikin û berpirsiyarê vê pergalê îktidar e û ji bo hesab jê bixwazin dê xwe bi rêxistin bikin.

Pêdiviyên taybet hene

Başaranê der barê çalakiyên ku ew ê li dar bixin de wiha got: “Bernameyeke me ya ku li gorî pêdiviyên jinan ên li herêmên erdhejê pêk tê, heye. Em jin dê di çarçoveya çalakiyên xwe de biçin hemû bajarên erdhejê û jinên li wir û gelê mexdûrên erdhejê ziyaret bikin. Dema ku em biçin qadên erdhejê, em ê pêdiviyên taybet ên jinan bi cih bînin. Ji ber ku mixabin jin piştî demeke ew qas dirêj jî di xwegihandina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Ji cilan heta paqijiyê pêdiviya jinan bi gelek tiştan heye. Her çend ev hewcedarî pir hêsan xuya dikin jî, ew tiştên ku pir bandorê li jiyana me dikin e. Ji ber vê rewşê em ê hewl bidin ji aliyekê ve bibin hêza pêşeng a bi jinan re û ji aliyê din ve jî li dijî vê trawmaya ku hatiye serê jinan mekanîzmayan ava bikin. Em ê tevî Meclisa Jinan, endamên meclise, pêkhateyên xwe û rêxistinên xwe yên navçeyan bi komên xwe re biçin herêmên erdhejê.”

Di 4’ê adarê de li Hatayê ne

Başaranê diyar kir ku di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ew ê di 4’ê adarê de li Hatayê bin û diyar kir ku dê peyama “Hûn ne bi tenê ne, em bi hev re ne” bidin mexdûrên erdhejê. Başaran axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoyê de wê pêvajoyeke mezinbûn û pêşxistina nêzîkatiya civakî, hevgirtin û hevparkirina îtîraza me be. Em ê bi hevgirtinê hesab ji vê pergala hilweşiyayî bipirsin. Ji ber ku hikumet hewl dide feraseta ‘qeder’ê biafirîne. Di encama vê fermana qirêj a ku ji aliyê hikumetê ve hatiye kirin; em dizanin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û hê jî di bin bandora vê pêvajoyê de ne. Tam ji bo vê yekê, îro rojên ku em hevgirtinê pêşde  bibin û di dawiyê de ji bo vê yekê û ji vê hikumeta ku heta niha jî bi israr hewl dide xwe biparêze û siyaseta xwe di vê pêvajoyê de bimeşîne, bipirsin. Ev pergala kapîtalîst a serdest a mêr wê berdêla wêraniya ku xwe afirandiye bide. Ji ber vê em ê li qadan bin.”

‘Em bi êş û hêrs in’

Başaranê diyar kir ku ji kêliya yekemîn a erdhejê ve heta niha HDP’ê ji bo pêdiviyên jinan ên taybet bi cih bîne di nava hewldanan de ye û jin beşdarî xebatên lêkolîna kavilan bûne. Başaran der barê xebatên xwe yên li qadên erdhejê de agahî da û got: “Em bi Meclisa Jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkhateyên xwe yên yekbûyî re çûn û bi berfirehkirina vê hevgirtinê me êşa û şîna xwe parve kir. Ev pir bi qîmet bû. Jinên femînîst bi kamyonên xwe yên binefşî hatin. TJA’yê ji herêmê bi wesayitên binefşî hatin gel hevgirtineke mezin nîşanî jinan da. Berê 8’ê Adarê bi cejn, coş û rengîniya me derbas dibû. Di vê heyamê de em ne tenê di şînê de ne, di heman demê de di nav hêrsê de ne. Ji ber ku em dizanin ev ne çarenûs e. Em dizanin ku tişta ku weke çarenûs tê binavkirin, encama gendelî, bêkêmasî û valakirina saziyan e. Lewma em 8’ê Adarê weke 8’ê Adarê ya asayî nabînin. Her 8’ê Adarê jin tên cem hev lê yek ji rojeva sereke ya kombûna me ya di 8’ê Adarê de wê erdhej û encamên vê erdhejê be.”