spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gunay: Pergala yekperestî û feraseta şerxwaz tofan e

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan da û ev tişt got: “Tofana me dît tofanek pir mezin e lê belê navê vê tofanê AKP-MHP ye. Navê vê tofanê feraseta şerxwaz û talankar e.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay, di destpêka axaftina xwe de salvegera darbeya siyasî ya li dijî parlamenterên DEP’ê ku di 2’yê adara 1994’an de pêk hatibû bi bîr xist û piştre li ser polîtîkayên AKP’ê yên erdhejê rawestiya.

Axaftina Gunay bi tevahî wiha ye:

“Çapemeniya hêja, wekî hun jî dizanin, îro salvegera 2’ê Adarê ye. 29 sal berê desthilatdariyê dîsa li hemberî vîna gelê kurd bi darbeyek erişek pêk anî. 29 sale ev darbekar û ev zihniyet neguherî ye. Niha jî ev darbekarî bi êrişan dimeşe. Li dijî van zext û zordariyê li her qadê têktoşîn roj bi roj mezin buye. Em heya dawî em ê têkoşîna xwe bidomîn in em ê bi azadî û demokrasiyê jiyanek nû li ser vê axê şîn bikin.

Êşa me jî hêrsa me jî mezin e

Me felekatekî mezin derbas kir. Serê gelê me, serê gelê Kurd sax be, serê gelên Rojhilata Navîn sax be. Ji bo cangoriyan ji malbatan re sersaxiyê dixwazim ji birîndaran jî em şifaya xêrê dixwazin. Ev hilweşîn bi erdhejê pêk nehat ev hilweşîn, bi destûrên bêqanûnî, bi efuyên îmarê, bi avahiyên rizî ku bi destûra AKP avakirine pêk hat. Yanî bi polîtikayên talan û rantê ev hilweşîn pêk hatiye. Em tu carî kesên ku jiyana xwe ji dest dane jibîr nakîn. Ji bo bîranina wan emê ji hikûmeta AKP û berbirsiyariyan li her derê emê hesabê bipirsin. Hêrsa me, şîna me mezin e, lê di heman demê de ev şîn û hêrsa me sedema hesappirsînê ye. Ev tofana me dît tofanek pir mezin e lê belê navê vê tofanê AKP-MHP ye. Navê vê tofanê pergala yekperestî, feraseta şerxwaz û talankar e.

Em ê xebatên xwe yên piştgiriyê bidomînin 

Lê em dizanin cihê ku lê erdhej pêk hatiye li wan deveran piraniya wan Kurdên Elewî, Elewiyên Ereb in. Desthilatdariya AKP bi politikaya koçberiyê li hemberê van beşên civakê tevdigere. Niha pêve jî AKP alikariyê naşîne û dixwaze li wan herema guhertinekî demografîk pêk bîne. Heya vê rojê yên ku li axa xwe xwedî derketiye ji îro pe ve jî dê dê xwedî derkevin. Emê jiyanek nû dîsa ava bikin. Elbet wekî HDP ji roja ewil heya niha li qadan bû em ê ji îro pê de jî li qadan bin. Emê birinê gelê xwe bipêç in. Lewma emê li her derê li her gundinê li her taxê kar û xebatên piştgiriyê berdewam bikin. Meclîsa me ya Ciwanan ji bo kampanyaya Xeleka Jiyanê xebatên xwe dimeşîne. Em ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Meclisa me ya jinan bi dirûşmeya “em bi hev re ne ne bi tenê ne” cihê ku lê erdhej pêk hatiye bi wan re kar û xebatên piştgiriyê dimeşîne.”