17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bikaranîna asansorên li herêmên erdhejê xetereyeke mezin e

Serokê Odeya Endezyarên Makîneyê Yûnûs Yener da zanîn ku asansorên li herêmên erdhejê xetereyeke mezin in û ev hişyarî da: “Heta ku kontrolên pêwîst neyên kirin, divê neyên bikaranîn.” 

Di encama erdhejên Mereşê de bi dehhezaran avahî hilweşiyan û ziyaneke mezin gihişt bi sedhezaran avahiyan. Ji ber xesara di avahiyan de statîka avahiyan xera kir, di asansoran de jî pirsgirêkên mezin derketin. Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Endezyarên Makîneyê Yûnûs Yener têkildarî pirsgirêkên di asansoran de derketin û xetereyên wan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Yener, got ku heke di erdhejê de xesar negihiştibe avahiyan jî divê asansorên wan baş bên kontrolkirin û wisa bên bikaranîn.
Yener, bi domdarî ev hişyarî da: “Heta ku fîrmayên asansoran venêrînên pêwîst nekin û tadîlatên hewce nekin divê neyên bikaranîn. Nexwe dê rê li ber qezayên mezin vekin. Raporên tespîtkirina xesarê ji bo asansoran bes nakin. Heta ku rapor neyê dayîn ku asansor dikare bê bikaranîn, divê ji xizmetê re neyê vekirin. Di pêvajoya piştre de jî divê saziyên muayeneyê bi awayekî rêk û pêk kontrolan bikin. Divê tespît bikin bê ka biewle ye yan na. Heke asansor ne li gorî krîterên heyî bin, dê bi xwe re xetereyeke mezin bînin. Heke asansor di van pêvajoyan re neyên derbaskirin û qeza çêbibin, berpirsyariya van qezayan tevan jî berpirsyarên avahiyan in.”