4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Antonio Guterres li Mûsilê serdana koçberan kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li gel Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê serdana wargeha koçberan a li Mûsilê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li gel Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayîq serdana wargeha koçberan a li Mûsilê kir û rewşa jiyana wan şopand.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayîq di civîna li wargehê de pêk hat de, diyar kir ku serokwezîrê Iraqê girîngiyek zêde dide dosya koçberan û vegera wan a li ser cih û warên xwe.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku ji bo aramiyê, vegerandina koçberan bibin alîkar.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên hikûmeta Iraqê ya ji bo vegerandina koçberan û çareserkirina hemû astengiyên li pêşiya vegerê dibin astengî nîşan da.