6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê (YNK) û 5 partiyên din lihev civiyan

Ji bo pêşdebirina kar û xebata hevbeş û tekoşîna hevbeş a di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, Berpirsên YNK’ê pêşwaziya şandeke hevbeş a ji pênc partiyên Kurdistanî pêk dihat kir

Li Silêmaniyê Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Rizgar Elî, Berpirsê Mekteba Pêwendiyan a YNK’ê Emîn Babaşêx  û Berpirsê Desteya Peywendiyên Kurdistanê ya YNK’ê Salar Serhed pêşwaziya şandeke hevbeş a pênc partiyên Kurdistanî yên Herêma Kurdistanê kir. Şande ji Sekreterê Partiya Niştimanî ya Kurdistanê Cebar Mîrza Rostemî, Sekreterê Tevgera Çaksaziya Niştimanî Barûn Omer Fetah,  Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Malko Fares (Malko Bazianî), Serokê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdistanê Ebdulqadir Hemîd (Qadir şiwanî) û  Sekreterê Tevgera Aştiya Kurdistanê Şêx Elî pêk dihat.

Di hevdîtinê de şanda her pênc partiyên Kurdistanî teqezî li ser wê yekê kirin ku ji bo serxistina proseya siyasî û afirandina şert û mercên hilbijartinên dadmend, li ser bingeha sererastkirina yasaya hilbijartinan, komîsyonê û paqijkirina lîsteya dengdêran, dê hemû hewl û şiyanên  aliyên siyasî pêş bikeve.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK’ê hevdengiya her 5 aliyên Kurdistanî bilind nirxand. YNK’ê teqez kir ku ji ber baweriya bi siyaseta gulan di proseya siyasî û rêveberiya YNK’ê de siyaseteke naguhere û hertim li ser wê yekê teqez dike.

Di dawiyê de biryar hat dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên  jiyana gelê kurd û sererastkirina rêya rêveberî û hevrêveberiyê civîn berdewam bikin.