18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana gelê rojhilat bê navber didome

Rojnamager Keser Bûldan, diyar kir ku serhildana ku li Îranê ji 16’ê îlonê ve dest pê kiriye bê navber hê xurtir didome.

Rojnameger Keser Bûldan ku bûyer û pêşketinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji nêz ve dişopîne rewşa dawî ya serhildanê û êrişên rejîma Îranê ya li ser xwepêşandana û  bi taybet jî der barê herêmên kurd de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Rojnager Keser Bûldan, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana gelên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadiyê ya li hemberî rejîma komarî ya Îslamî kete meha xwe ya sêyan û wiha got: “Li rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve li tevahiya rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan di bin pêşengtiya jinan de û bi duruşma ‘Jin, jiyan, azadî’ heta niha jî didome. Mirov dikare bêje ev serhildan ne wek serhildanên berê ye, ji ber ku ev serhildan ji rojhilatê Kurdistanê derbasî hemû Îranê bûye. Bi qetilkirina Jîna Emînî re gelê kurd pêşengtiya vê serhildanê kir û ev serhildan ev nêzî sê mehane berdawam e.”

Berxwedan hê xûrttir didome

 Bûldan, bal kişand ser êrîşên bi çek ên hovane yên li dijî xwepêşandanan û taybetî jî li dijî herêmên kurd lê û wiha berdewam kir: “Ev çend roje li rojhilatê Kurdistanê bi taybet jî li bajarên wek Ciwanro, Sine, Pîranşar û Mahabadê şerê kolan bi kolan hatiye destpêkirin. Hêzên rejîma Îranê yên ku bi hemû hêza xwe dixwaze bikeve van taxan, her tim rastî berxwedana gel tê û nikarin bikevin wan cihên ku di destê çalekgeran de ne. Di şerê van 4 rojan de ku bi taybet jî li bajarên kurdan di nêzî 60 welatî şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûne. Heta niha jî şer kolan bi kolan li rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê didome. Berxwedana gel a li dijî şerê bi çakan xurtir bûye.”

Serhildanan rejîma Îranê tirsandiye 

Di berdewamiya axaftina xwe de Bûldan, destnîşan kir ku serhildanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dest pê kirin, veguherîne coşeke mezin û got: “Berxwedan kolan bi kolan a bi îrade û biryardariya gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê didome. Niha gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê li ber xwe dide. Gel, bi van serhildanên xwe rejima Îranê tirsandiye, lewma rejîm bi hemû hêza xwe êrîşî gel dike.”

Çalakiyên bi pêşengtiya jinan

Bûldan, bibîr xist ku ev serhildan bi pêşengtiya jinên rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: “Tevî girtin, qetilkirin û îşkenceyan jî serhildana gel a ku bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirî, bi pêşengtiya jin û ciwanan berdewam dike. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî hêzên taybet û çekdarên besîcî li hemberî gel tên bikaranîn û hemû bajarên kurdistan û Îranê dorpêç kirine. Di dema serhildana gel a li bajarên Kurdistanê de hêzên rejima Îranê gelek caran bi çekên giran ên wek bîksî, kaleşnîkof û heta doçkayan bi kar tîne.”

500 kesî jiyana xwe ji dest dane 

Bûldan, amarên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê bibîr xist û ev nirxandin kir: “Di xwepêşandanên seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê de 378 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî hatine girtin. Di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 43 zarok û 26 jî jin hene. Ev hejmar ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ve hatiye diyarkirin lê hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê nehatiye piştrastkirin. Ji ber ku li gor agahiyên ku ji herêmê tên dibêjin hêjmara kesên ku heya niha jiyana xwe ji dest dane ji 500 kesî zêdetire. Li aliyê din hejmara kesên hatine girtin hezarî derbaskiriye.”

100 rojnameger hatine girtin 

Di dawiya axaftina xwe de Bûldan, bi lêv kir ku gelek kes û dîsa girtiyên siyasî li ber metirsiya darvekirinê ne û heta rojên borî hinek çalakvan bi cezayê darvekirinê hatibûn cezakirin û wiha axivî: “Her wiha gelek zext li ser rojnamegeran hene. Heta niha zêdetirî 100 rojnameger hatine girtin. Tevî ku gelek rojnameger hatin girtin jî, berxwedan û serhildana gel nesekinî û deng û rengê wan gihîşt cîhanê. Her kesek bi rêya telefonê dîmen û agahiyên li qadê rû didin weke rojnamegerî/ê digihîna cîhanê. Xetên înternetê hemû hatine birîn û di girtina agahiyan de zehmetî hene. Bi rêya sîstema VPN li ser Twîtter û Telegramê agahî tên parvekirin û ew jî gelek carî tê sînordarkirin.”