3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Girê Cûdî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Hêzên serdest ên cîhanê sedsal berê bêyî ku daxwazên gelên herêmê li ber çavan bigirin peymana Lozanê îmze kirin. Di encama peymanê de Kurdistan hat parçekirin û bû sebeba êş û azarên mezin ên gelê kurd. Li dijî vê peymana beyom gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat herdem di nava têkoşînê de bûn.

Bi taybetî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo ev 51 sal in li dijî Peymana Lozanê têdikoşe. Daxwaza statuyeke demokratîk ji bo kurdan û gelên li herêmê dike. Ji bo vê daxwazê di sedsaliya Peymana Lozanê de 22’yê tîrmehê zêdetirî 15 hezar kurdistanî li bajarê Swîsre Lozanê meşiyan. Her wiha di navbera 22 û 23’ê tîrmehê de li bajarê Swîsre Lozanê konferanseke girîng hat lidarxistin. Nûnerên PKK, Kongra Gel, PYD, YNK, Tevgera Goran, PJAK, tevgerên jinên kurd, partî û saziyan, ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, zêdetirî 600 kes beşdarî konferansê bûn. Nunerên gelê kurd di vê konferansa dîrokî ji dargikeriyê re gotin na!

Di vê pêvajoya ku hemû partî, sazî û rêxistinên kurd li dijî dagirkerî û talana li ser Kurdistanê dengê xwe didin yek, PDK û rêveberiya wê bi hêzên dagirker re tifaqên nû pêş dixe. PDK’a ku bi hemû awayî xwe teslîmî dagirkeran kiriye dibe sedem ku dagirkeriya dewleta tirk li herêmê berbelav bibe.

Artêşa tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî qadên gerîla ev zêdetirî 3 sal in di nava êrîşkariyek befireh de ye. Bi vê armancê artêşa tirk a dagirker 14’ê tîrmehê li Zapê li qada Kurojahro, 19’ê tîrmehê jî bi piştgiriya PDK’ê li dijî qada Girê Ortê dest bi êrîşek berfireh kir. Di çarçoveya vê êrîşê de şeva 20’ê tîrmehê piştî bombebarana zêde ya hewayî roja 21’ê tîrmehê li dijî Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê êrîşeke nû da destpêkirin. Bi van êrîşan ve arêşa tirk zorê dide xwe, dixwaze li başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe berfireh bike.

Divê em bizanibin ku dewleta tirk herdem di rojên dîrokî yên sembolîk de biryarên li dijî kurdan dide. Bi van êrîşên ku pêş dixe peyaman dide gelê kurd. Lewma di salvegera Peymana Lozanê de êrîşek bi vî rengî ne tesaduf e. Di sala 2015’an de jî artêşa tirk di salvegera Lozanê de jî dest bi êrîşan kiribû. Bi awayekî aşkera dibêjin; ‘Em ê qirkirina kurdan temam bikin, em ê armanca Lozanê pêk bînin.’

Li hemberî van êrîşên dijminane divê hemû hêzên kurdistanî xwedî helwest bin û encamên baş derxin. Di çavê dewleta tirk de kurdê baş ango kurdê xirab nîne, hemû kurd dijmin in. Di çarçoveya dijmin de nêzî meselay kurd dibe û li gorî wê stratejiyekê ava dike. Di qada navneteweyî de li gorî wê tifaqan bi pêş dixe. Bi vê têgehê nêzî PDK’ê û rêveberiya wê jî dibe. PDK’a ku îro hebûna xwe spartiye dewleta tirk jî divê baş zanibe ku ji bo qirkirin û têkbirina destkeftiyên gelê kurd tê bikaranîn. Dewleta tirk bi tu awayî bi hêzekî kurdistanî re peymanek stratejîk çênake. Herdem li gorî berjewendiyên xwe nêzî mesela kurd dibe û demkî tifaqan bi pêş dixe. Rêveberiya PDK’ê jî di bin navê parastina deshilatdariya xwe dibe şirîkê van êrîşên qirkirinê.

Ger îro li başûrê Kurdistanê ne ji piştgirî û hevkariya PDK’ê ba artêşa dagirker ne mumkun e ku karibe di kûrahiya geliyên Zapê de ewqas pêş ve biçe. Artêşa dagirker li gel teknîka herî pêşketî ya NATO’yê bi hevkarî û hevalbendiya PDK’ê dixwaze di vê şerî de encam bigire. Tevî ku li ber çavê hemû cîhanê çekên termobarîk û taktîk nukleerî bi kar tîne jî di asta ku tê xwestin bi dest nexistiye. Li hemberî van êrîşên hovane yên dagirkeriyê û xiyaneta malbata Barzanî, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îradeyek pir mezin berxwedanek dîrokî raber dikin.

Lehengiya gerîlayên Kurdistanê ji bo gelê kurd bûye çavkaniya moralê û hêviya azadiyê. Bi armanca têkbirina vê hêviyê êrîş dikin. Dijminê xwînxwar ê ku li ser navê mirovahiyê hiştekî layiqî gelê kurd nabîne ji bo têkoşîn û berxwedana wê ya ji bo azadiyê têk bibe serî li her cûre qirêjiyê dide. Têkoşîna li hemberî van kiryarên dermirovî ne para gerîla tenê ye. Divê li çar aliyê Kurdistanê gel bi hemû hêza xwe serferber bibe.

Ez di wê baweriyê de me ku gelek kes pirsa; ‘li hemberî van êrîşên dagirkeriyê, ji bo çi berxwedana gerîla ewqas girîng e?’ ji xwe nake. Di rastiyê de jî hemû kes di ferqê de ye ger gerîla nebe li çar aliyên Kurdistanê li ser navê kurd û Kurdistanê wê tiştek nemîne. Hemû kes di ferqa vê rastiyê de ne. Lê weke pêşiyên me gotine; ‘rastî tal e’ rastî çiqas tal be jî heq e û heqîqet e. Li hemberî vê heqîqetê têkoşîn kêm û lewaz dimîne. Lewma nayarên gelê kurd ji bo vê rastiyê berovajî bikin û heqîqetê bi temamî ji holê rakin wisa bi çavsoriyek mezin êrîş dikin.

Divê em bizanibin ku berxwedana gerîla ya li çiyayê Kurdistanê parastina vê heqîqetê ye. Parastina nasname û hebûna gelê kurd e. Ger ev berxwedan nebe wê hêviya azadiya gelê kurd jî ji holê bê rakirin û bê tunekirin. Sedsalek din kurd û Kurdistanê di tarîtiyê de bihêlin.