2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sarah Glyyn: Tecrîd li dijî hiqûqa mafên mirovan e

Nûnera Nobeda Mayinde ya ji bo Abdullah Ocalan Sarah Glyyn, tecrîdkirina Ocalan rexne kir û xwest tecrîd bi dawî bibe

Nûnera Nobeda Mayinde ya ji bo Abdullah Ocalan Sarah Glyyn, tecrîdkirina Ocalan rexne kir û wiha got:”Divê em bi qasî bikaribin hîn zêde tevgera xwe berfireh bikin. Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin.”

Kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî” ya navenda wê Îngilistan e, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Parlamentoya Ewropayê (AP) ya li Bruksela Belçîkayê di 26’ê tîrmehê de daxuyanî da çapemeniyê. Kesên vê kampanyayê didin meşandin dan zanîn Abdullah Ocalan 24 sal in di hucreyê de tê girtin û der barê wî de tu agahî nayê dayin û ev jî mirovan dixe nava fikaran. CPT der barê serdana Tirkiyeyê tu agahiyê nade ev jî mirov dixe nava fikaran. Saziyan li vir banga eşkerekirina raporê li CPT’yê kir. Beşdaran bal kişandin ser konfederalizma demokratîk a Rojhilata Navîn.

Nûnera Nobeda Mayinde ya ji bo Abdullah Ocalan, Sarah Glyyn têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINNEWS) re axivî.

Em armanc dikin ku zextan li Tirkiyeyê bikin

Sarahê da zanîn ew di destpêkê de bi aliyê mirovî li vê tecrîdê dinêrin û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî hemû normên hiqûqî ne. Ez ne parêzer im. Lê ez bi aliyê mirovî li mijarê dinêrim. Dema ez ji aliyê hiqûqê lê dinêrim ez dibînim ev li dijî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye. Ez vêya baş dizanim. Ev li dijî hiqûqa Tirkiyeyê jî. Ev tecrîdeke neexlaqî û xedar e. Ez îşkence ye û eleqeya vêya bi edaletê re tune ye. Loma me di 26’ê tîrmehê de daxuyaniyek da. Armanca me ew bû ku em zextê li Parlamentoya Ewropayê û hemû parlamenteran bikin. Çimkî hinek be jî wê kes û sazî li ser Tirkiyeyê zextekê bikin. Hêviya me di vî warî de ye. Dema em lê dinêrin heta niha em bi ser neketin û ji ber gumanên polîtîk zexta li ser Tirkiyeyê wê demê bigire. Bi rastî jî zehmet e û bi salan didome.”

Sarahê bi lêv kir divê tevgereke girseyê bê avakirin û wiha pê de çû:”Gelek sazî ji bo tecrîdê rê û rêbazên cuda diceribînin. Li Strasburgê gelek sazî û tevger hene lê belê ji bo tecrîdê nakevin nava tevgerê. Komîtiya Pêşîgirtina Îşkenceyê, CPT di payiza sala borî de serdana Tirkiyeyê kir. Em hîn li hêviyê ne ku ka serdana Ocalan kirine yan na. Ev saziyên nû ne hatine avakirin û ev sazî ji aliyê endamên Konseya Ewropayê hatine avakirin. Ji bo li dû mafên mirovan biçin û her kes li gor hiqûqa mafên mirovan tev bigerin. Ger mafê mirovan, serdestiya hiqûqê bi awayekî fîilî pêk nînin ev saziyana dikarin hilweşin. Çalakiyên me ji bo zextê ava bike ne bes e. Tiştê ez dixwazim bêjim avakirina zextê ya li ser Tirkiyeyê girîng e lê belê divê tevgereke girseyê bê avakirin. Ji Îtalyayê jî mirov hatibûn ji bo agahiyê bigirin. Dema fikrên ji bo Abdullah Ocalan bên nîqaşkirin ev girîng e. Ji bo azadiya Ocalan vekirina dozê û belavkirina fikrên wî girîng in. Û gelek mirov ji bo vêya hatin gel me. Bihîstina vê yekê mirov wêrek dike.”

‘Abdullah Ocalan alternatîfan pêşkêş dike’

Sarahê da zanîn Abdullah Ocalan li dijî sîstema me tune dihesibîne alternatîfan pêşkêş dike û loma jî tê tecrîdkirin û wiha lê zêde kir:”Bêdengiya saziyên navneteweyî ji bo berjewendiyê û siyaseta dualî ye. Ev polîtîka ye. Ev siyaseta dualî ji bo rehet bike pêk tê. Sedemên vêya yên aboriyê hene. Sedemên wê yên stratejîk hene. Li vir di heman demê de jî em behsa mirovên pergala kapîtalîzmê diparêzin, dikin. CPT dikeve girtîgehên ku kes nakevên lê belê raporên amade dikin berê bi welatên ku wan rexne dikin, parve dike. Her wiha bi destûra wan welatan encax dikare wê raporê parve bike. ”

‘Derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê gelekî girîng e’

Sarahê da zanîn di eslê xwe de çareserkirina meseleya kurd pir hêsan e û wiha got:”Derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê gelekî girîng e. Çimkî mirov dibêjin erê ‘terorîst e’ û nîqaşê digirin. Ew ne terorîst in. Hebûna PKK’ê ya di lîsteya terorê de biryareke siyasî ye. Ev bandorê li ser tecrîdê jî dike. Ji bo tecrîd û çareseriyê wê bangên me bidomin. Ew ê hîn zêde û tim zext hebin. Ev rih teqez piştî civînê hat hêskirin. Hatina gel hev a mirovan a ji aliyên cuda bi rastî tiştekî baş bû. Loma ji bo ev mijar di rojevê de bimîne em ê bi mirovên ji welatên cuda biaxivin. Divê em bi qasî bikaribin hîn zêde tevgera xwe berfireh bikin. Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin.”