spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgehê berdana Îldem ê 30 salin girtî ye 3 mehan taloq kir

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê berdana girtiyê siyasî Ramazan Îldem ê 30 sal in girtî ye, 3 mehan taloq kir

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê berdana Ramazan Îldem ê 30 salin girtî ye 3 mehan taloq kir. Girtiyê siyasî Ramazan Îldem ku 30 salin girtî ye li Navçeya Qosera Mêrdînê di sala 1993’yan de hatibû binçavkirin û girtin. Ramazan Îldem piştî 30 salên wî li girtîgehê qediya, diviya bû di 4’ê tîrmehê de serbest bihata berdan. Lê rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, berdana Îldem 3 mehan taloq kir. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê bi hinceta “Halê baş tune ye” 3 mehên din li girtina Îldem zêde kir û berdana Îldem 3 mehan taloq kir.

Di 30 salan de sirgûnî 8 girtîgehan kirin

Îldem hêj 22 salî bû li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê di tîrmeha 1993’yan de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) bi angaşta “Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye” cezayê muebbetê li Îldem birî. Îldem ewil li Girtîgeha Mêrdînê hat girtin û piştre sirgûnî girtîgehên wekî Bartin, Amed, Yozgat, Mêrdîn, Erzirom, Bartin û Bafrayê hat kirin.

Dayika Îldem a 75 salî Halime Îldem, bertek nîşanî dirêjkirina girtina kurê xwe da û wiha got: “Kurê min ji ber kesekî li ser wî îfade da hat girtin û 30 sal in girtî ye. Em ne poşman in. 30 sal in girtî ye. Kurê min di 30 salan de li gelek girtîgehan geriya. Ew çû kişan girtîgehê, ez çûm serdana wî û min ew ziyaret kir. Piştî 30 salan em li bendê bûn ku bê berdan. Me amadekarî kiribû. Lê telefon kir û diyar kir ku berdana wî 3 mehan taloq kirine. Em heta niha têkoşiyan. Em ê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikin.”