3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Daristanên me jî tên tecrîdkirin’

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî li dijî talankirin û wêrankirina dar û daristana li Çiyayê Cûdî çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li ser navê girseyê Parlamenter Newroz Uysal anî ziman ku daristan jî tên tecrîdkirin

Rêxistinên civaka demokratîk, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê û rêxistinên ekolojiyê ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Em ji Cûdî heta Akbelenê xweza û jiyana xwe diparêzin” civîyan, ji bo balê bikişînin ser talankirina darên li Çiyayê Cûdiyê û şewitandina daristanan, xwestin li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê meşekê li dar bixin.

Parlementerên Partiya Çepên Kesk Zeynep Odûncû, Newroz Ûysal Aslan, Zekî Îrmez û Sebahat Erdogan Saritaş jî hevrêtiya hevserokên DBP, HDP û hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û girseyê kirin. Beriya meşê avahiya Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan xwest meşê asteng bikin.

Piştî vê girseyê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Girseyê di daxuyaniyê de pankarta “Ji Cûdî heta Akbelen em xweza û jiyana xwe diparêzen” vekirin. Li vir parlementer Newroz Ûysal diyar kir ku wan partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê xwest li dijî talankirina xwezayê, li dijî qirkirina dar û daristanan meşekê li dar bixin û wiha got: “em di partiyê de hatiye dorpêçkirin. Têketin û derketin hatine girtin.”

Ûysalê bilêv kir ku ya tê kirin bêhiqûqîtî û kêfî ye û got: “Îro li seranserê cîhanê ekolojî tê qirkirin. Îro çiyayên Kurdistanê ne ji bo kapîtalîzmê, ji bo xalîkirina ji mirovan, ji bo polîtîkaya koçberkirinê tên qetilkirin.”

Ûysalê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha domand: “Ya tê kirin tecrîd e, îzolasyon e. Tecrîda li Îmraliyê hê jî didome. Em van polîtîkayên şer ên li erdnîgariya kurdan qebûl nakin. Em ê ji vir heya Akbelen û Mereşê têbikoşin. Ne Cûdî, ne Gabar, ne Akbelen ne bi tenê ne. Dê têkoşîna me ji bo van deran bidome. Em polîtîkayên li Kurdistanê û ji bo cihên din tên pêkanîn şermezar dikin.”

Paşê li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç axivî. Bîlgîç li ser navê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bang li hemû xwezahezan kir û got: “Li Kurdistanê ekolojî tê qirkirin, werin em bi hev re lêkolîn bikin bê ev bi destê kê tê kirin.”

Paşê girse çalakiya rûniştinê li dar xist. Daxuyanî bi berzkirina “Biji berxwadana Cûdî” bi dawî bû.