14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ 53 roj in didome

Berxwedana greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dane destpêkirin 53 roj in didome.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji salî zêdetir e agahi jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” pêngavek hat destpêkirin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. Di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Dû re jî çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê hat destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê, di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de hate destpêkirin.