28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qamişlo amadekariya mîtînga mezin dike

Bi minasebeta salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li dijî êrîşên dagirkeriyê û bi armanca parastina destkeftiyan dê li Qamişloyê meş û mitîngek mezin bê lidarxistin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi mebesta salvegera damezirandina rêveberiya xweser (21 Çile 2014), dê li Qamişlo meş û mîtingeke mezin lidar bixe. Meş û mitîng li ser asta Kantona Cizîrê hatiye organîzekirin û tê plankirin ku sed hezar kes beşdar bibin. Meş dê roja 21’yê Çileyê (2024) saet 11.00’an ji Çerxerêya Osman Sebrî destpê dike û heta Stadyuma 12’ê Adarê bidome. Piştî meşê wê li stadyumê mitîng were lidarxistin. Di meş û mitîngê de wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê werin şermezarkirin û biryardariya xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê were nîşandan. Di mitîngê de wê li ser navê Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin.