27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu nehat berdan

Di doza Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû de şandeya dadgehê biryara domandina rewşa girtî da.

Danişîna doza Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina û birêvebirina rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Muftuoglû bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê bû. Muftuoglû û parêzerên wê di danişînê de amade bûn.  Komeleya Rojnamevanan a Jinan a Mezopotamyayê (MKG), DFG, DÎSK Basin-Îş, Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl danişînê şopandin. Muftuoglu di danişînê de parastin kir û qala rewşa çapemeniyê û zextên li ser rojnamegeran kir û got: “Rojnameger di bin tundî û zextan de rojnamegeriyê dikin. Tên binçavkirin û girtin. Dema diçin nûçeyan rastî tundiyê tên. Jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Zarok bi îstîsmarê re rû bi rû dimînin. Divê rojnameger van rastiyan binivîsinin. Lê ji ber em van rastiyan tînin ziman loma em girtî ne. Ev zordarî û zextên li ser civakê bandora xwe li ser rojnamegeran jî dike.”

Dîcle Muftuoglu îdîayên der barê xwe de jî derewand û anî ziman ku wê demê qeza trafîkê derbas kiribû û stuyê wê di alçiyê de bû. Muftuoglu li ser çûna xwe ya başûr jî rawestiya û wiha got: “Ez rojnameger im. Min dixwest ku biçim li wir karê rojnamevaniyê bikim. Weke rojnamegerekê min dixwest ku rastî û geşedanên li wir di cih de bişopînim. Her wiha ez Hevseroka DFG’ê me. En bi pirsgirêk û daxwazên rojnamegeran eleqeder dibin.”

Piştî parastina Muftuoglû û parêzerên wê, şahidê eşkere Kerem Gokalp axivî. Gokalp, îdiayên xwe yên di îdianameyê de dubare kirin.

Piştî parastinê dozger xwest Dîcle Muftuoglu bi girtî bê darizandin. Şandeya dadgehê jî li ser daxwaza dozger der barê Muftuoglû de biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 29’ê sibatê kir.