10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 45’an de didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 45’an de didome. Di çalakiyê de li ser konferansa TJA’yê nirxandon hat kirin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman Med (MED TUHAD FED) ve bi dirûşma “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku li gelek bajaran hatiyiye destpêkirin li Amedê li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêzanê bi biryardarî didome.

Li salona ku çalakî lê didome, pankartên “Ji dayîkên lehengan hezar silav li zîndanan”, “Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiyabcivakênem bibin dengê civakê” daleqandine.

Hevseroka MED TUAY-FED’ê Emîne Kaya ji çalagerên di Nobeda Edaletê de çavderiyê xwe  yên li konfernsa Tevgera Jinên Azad (TJA) ya navbera 13-14’ê Çileyê de ku li Amedê ya navneteweyî ya bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên Li Dor Girtiyên Siyasî yên Jin” li dar xist parve kir. Dema Kaya qala naveroka konferansê kir kesên li wir amade bû li çepikan dan û Bijî Berxwedana Jinan berzkirin

Ji bo piştgiriyê di nava rojê, nûnerên Dayîkên Aştiyê û gelek welatî serdana çalakgeran kirin. Di serdana çalakiyê de stranên dengbêjî û şoreşerî gotin. Kesên hatin serdanê çalakiya dayikan pîroz kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedane zîndanan” , “Bijî Berxwedana Jinan” berz kirin.